​​​​​​​Dewleta Tirk li Şêrawayê dîwar lê dike

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li gundên navçeya Şêrwayê ya Efrîna dagirkirî ji bo qutkirina herêmên dagirkirî ji xaka Sûriyeyê dîwaran lê dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Şêrawayê dîwar lê dike
​​​​​​​Dewleta Tirk li Şêrawayê dîwar lê dike
​​​​​​​Dewleta Tirk li Şêrawayê dîwar lê dike
​​​​​​​Dewleta Tirk li Şêrawayê dîwar lê dike
28 tîrmeh, 2023   09:58
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye li ser malpera xwe ya fermî anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker ji gundê Kîmarê yê başûrê Efrînê ve heta bi gundê Beradê dîwar ava dike. Dirêjahiya dîwar 5 kîlometre û bilindbûna wê 3 metre ye. Rêxistinê diyar kir ku heta niha dagirkeriyê 2 kîlometre lê kiriye û hîna dewam dike.

Li gorî çavkaniyên ji rêxistinê re aşkera kiriye, artêşa Tirk a dagirker parçeyên mezin ên dîwaran bi rêya alaên giran ji xaka Tirkiyeyê ve ber bi gundên navçeya Şêrawayê ve anîne.

Artêşa Tirk a dagirker li gelek baregehên leşkerî yên li gundê Kîmarê yê li eniya şer bi cih bûne. Ji van baregehan ve koçberên Efrînê yên li gundên navçeyên Şera, Şêrwayê û kantona Şehbayê tên hedefgirtin.

Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser dîwaran têl, bircên bi kamerayên dîmenên termal, kamerayên infrared, cîhazên dîtina şevê, radar û cîhazên antî sînyala bêtêl, ji bilî pergalên çekan û lazerên taybet danîne.

Dewleta Tirk a dagirker di 19′ê Nîsana 2019′an de dîwar li derdora gundên li eniyên şer; Kîmar, Beradê yên Şêrawa, Mêremîn û Cilbirê yên Şerayê lêkirin. Da ku van herêman ji Sûriyeyê qut bike.

Rêxistinê dawiyê de anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji vê yekê parçeyên ji xaka Sûriyeyê dagir bike û tev li xaka xwe bike.

(fr)

ANHA