Ji Desteya Çandinî û Avdanê biryarek têkildarî wergirtina genim

Deateya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî xebatên wergirtina genim û girtina navendên wergirtinê yên Şîrkeya Pêşxistina Çandiniyê biryarek derxist.

Ji Desteya Çandinî û Avdanê biryarek têkildarî wergirtina genim
24 tîrmeh, 2023   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryara desteyê ya bi hejmar 9 wiha ye: "Li gor nirxandina Meclisa Rêveber a bi hejmar 4444 ku di 23'yê Tîrmehê jinme re hatiye şandin, li gor nirxandina Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya 22'yê Tîrmeha 2023'yan û ji ber ku asta anîna genim a navendan, Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê ev biryar stend;

Xebatên wergirtina genim rawestîn û tevahî navendên Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê di dawiya dewama roja 31'ê Tîrmeha 2023'ê tên girtin.Danîna belgeyên genim bi dawiya dewma roja 27'ê Tîrmeha 2023'yan re radiwestin

(şx)

ANHA