Li Girê Spî ya dagirkirî pevçûn: Çeteyek hat kuştin

Di encama şerê navbera çeteyên deqleta Tirk a dagirker de li Girê Spî de çeteyek hat kuştin û yek din hatiye girtin.

Li Girê Spî ya dagirkirî pevçûn: Çeteyek hat kuştin
24 tîrmeh, 2023   17:24
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih jinkantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên polîsa leşkerî yên dewleta Tirk bi ser mala serçeteyê koma Remadan El Şilaş ê bi navê Ebû Elî de girtiye û dûre her du alî bi hev ketine di encamê de Ebû El Bera ElNeîmî hatiye kuştin û Ebû Elî hatiye girtin.

Li herêmên dagirkirî rojane şer di navbera çeteyan de rû didin û sûcên hovane li dijî xelkê kantonê tên kirin.

(şx)

ANHA