'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn panelek li dar xist. Di panelê de destnîşan kir ku divê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember gefên li dijî destkeftiyên projeya Rêveberiya Xweser bibin yek.

'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike
'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike
'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike
'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike
'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike
'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike
'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike
'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike
'Çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despê dike
24 tîrmeh, 2023   16:58
MINBIC

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê panel li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xist.

Di panelê de endamên partiyan, rêxistinên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hindirîn, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêveberiya Sivîl, xet û meclisên sivîl tev lê bûn.

Her wiha endê Meclisa Giştî ya partiyê Cahid Hesen axivî û behsa geşedanên siyasî yên dawîn kir û got: "Civînên Soçî, Astana û yên din, alozî di aliyê siyasî, aborî û civakî de girêktir kir, ji ber ki nûnertiya sûriyeyiyan nake. Her civînek ku nûnertiya hêviyên gel neke ne pêkane ku doza Sûriyeyê çareser bike."

Hesen destnîşan kir ku êrişên li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), sedema wê ew e ku her du hêz nûnertiya gelê herêmê dikin û dixwazin çareyekê ji aloziyê re li ser bingeha danûstandina sûriyeyiyan bi hev re û beyî mudexeleya derve bibînin, parastina axa Sûriye dikin.

Hesen di dawiyê de got: "Sekna gelê herêmê li hember terorê û fedakariyên wan ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana li hember timayên deqleta Tirk a dagirker, bûn sebeb ku were dorpêckirin û rûbirûyî fişarên mezin be. Lê em dê bi hevgirtina xwe, serkeftinê li gor fikrê Şoreşa19'ê Tîrmehê pêk bînin. Dên bi berxwedana xwe Sûriyeya pirreng a navendî bindest bixin."

Cîgirê sekreteriya giştî ya partiyê Ehmed El Sultan anî ziman ku civînên mîna Cinev û Astanayê nûnertiya sûriyeyiyan nakin û ji aloziyê re ne çareserî ne lê belê aloziyê girêktir dikin û trajediyên din tînin serê gelê Sûriyeyê.

El Sultan eşkere kir ku modela Rêveberiya Xweser çareseriya aloziyê ye û însiyatîfên wê ji bo çareserkirina doza welêt bingeh e.

El Sultan di dawiyê de îşaret bi êrişên balafirên bê mirov û hewldanên vejandina DAIŞ'ê û dorpêckirina herêmê dinaliyê aborî de û got ew hemû ji bo tunekirina projeya Rêveberiya Xweser in.

Di dawiya panelê de beşdaran destnîşan kir ku divê gelên herêmê li hember tevahî plan û komployan bibin yek û çareserî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê dike.

şx))

ANHA