NRLS'ê bang li NY û serokatiya Fransayê kir: Lozanê sererast bikin

NRLS'ê 2dosyayên têkildarî sûcên qanûnî û komkujiyên di encama Lozanê de çêbûne, ji serokatiya Fransayê û NY'yê re şandin.

NRLS'ê bang li NY û serokatiya Fransayê kir: Lozanê sererast bikin
24 tîrmeh, 2023   16:15
QAMIŞLO

Di çarçoveya Komxebeta Navneteweyî ya ku Navenda Lêkolînên Stratêjîk a Rojava têkildarî peymana Lozanê de di 6 û 7'ê Tîrmehê de li dar xistibû, du dosyayên têkildarî sûcên qanûnî û komkujiyên di encama Lozanê de çêbûne ji serokatiya Fransayê û Komîseriya Bilind a Kar ûBarên Koçberan a NY'yê re şandin.

Di dosyay yekemîn de behsa xebatên komxebata NRLS'ê û encamnameya wê hat kiriin, li ser lîsteyeke binpêkirinên qanûnî yên peymana Lozanê, di serî de înkarkirina mafên gelan a diyarkirina çarenûsa xwe, pişaftin û qirkirina gelên Kurdistanê, hat zêdekirin.

Dosyay din der barê dîrok û komkujiyên li dijî kurdan pêk hatine di serdema borî de.

Têkildarî vê mijarê mudirê navendê Munzir Şiyat ji ajansa me re eşkere kir ku ew plan dikin van her du dosyayan ji aliyên din ên navneteweyî re bişînin. Lê navên wan diyar nekirin.

Şiyar da zanîn ku armanca wan ji şandina her du dosyayan, ew e ku dehf bidin hêzên navneteweyî ku peymanê sererast bikin, Rêveberiya Xweser nas bikin ku kilîta sererastkirina peymanê ye ya ku Fransa, Brîtanya û deleta osmanî 24'ê Tîrmeha 1923'yan îmze kirine.

(şx)

ANHA