'Lozan ji bo qirkirina gelan, çandan û ragihandina şer e'

Şêniyên kantona Hesekê û navçeya Til Birakê peymana Lozanê şermezar kirin û bang li NY û dewletên cîhanê kirin ku li hember gelê Kurd û gelên erkên xwe bînin cih û destnîşan kirin ku peyman ji bo qirkirina gelan û çandan û ragihandina şer e.

'Lozan ji bo qirkirina gelan, çandan û ragihandina şer e'
'Lozan ji bo qirkirina gelan, çandan û ragihandina şer e'
'Lozan ji bo qirkirina gelan, çandan û ragihandina şer e'
'Lozan ji bo qirkirina gelan, çandan û ragihandina şer e'
'Lozan ji bo qirkirina gelan, çandan û ragihandina şer e'
'Lozan ji bo qirkirina gelan, çandan û ragihandina şer e'
'Lozan ji bo qirkirina gelan, çandan û ragihandina şer e'
'Lozan ji bo qirkirina gelan, çandan û ragihandina şer e'
24 tîrmeh, 2023   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina peymana Lozanê li Hesekê û navçeya Til Birakê û Dirbêsiyê çalakî li dar ketin.

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gsQKUGnYsSE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji pêşiya çarxerêya Gardîniya destpê kir û li qada Şehîdan rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê û endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Elîze Hiso daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê û tevgerên siyasî hat kirin ku bi tevahî hêzên xwe van komployên kirêt rawestînin, kurd bibin yek, koordîne û hevkariyê di nava hêzên Kurdistanê de çêbikin da ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Her wiha bang li dewletên peymana Lozanê îmze kirine, dewletên cîhanê û NY hat kirin ku berpirsyariyên xwe li hember gelê kurd û gelên din bînin cih.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/koSvHF6rBCM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên Hesekê jî li Parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Nasra çalakiyeke protestoyî li dar xist. Di daxuyaniyê de ku li parkê ji aliyê komîteya rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emar El Şemlan ve hatiye xwendin hate gotin: "Em vê lihevkirinê şermezar dikin û destnîşan dikin ku ev peyman aştî pêk neanî. Divê dewletên ev peyman îmze kirine, wê sererast bikin û doz û aloziyên ji ber wê çêbûne, çareser bikin."

TIL BIRAK

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo daxuyaniyek da û ev peyman şermezar kir. Endamên saziyên sivîl , partî û rûspî tev li wê bûn.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê endama meclisê Xewle El Nasir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li nîşandina helwestekê li hember komployan hat kirin ku yekitiya gelan dikin hedef û hewl didin ku vîna vî gelê bê hempa têk bibe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelên herêm mîna van peymanan red dikin ku xizmeta wan nake bi taybet gelê Kurd.

Di dawiyê de hate gotin: "Projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan çareseriya herî guncew a bicihanîna têgeha neteweya demokratîk e û têkbirin projeyên mêtingeriyê ye.

(şx)

ANHA