Çeteyan hewl da ciwanê ji Komkujiya Cindirêsê filitiye jî bikujin

Çeteyên “Ehrar El Şerqiyê” hewl da neviyê malbata şehîdên Komkujiya Cindirêsê yê ku ji komkujiyê filitiye jî bikujin.

Çeteyan hewl da ciwanê ji Komkujiya Cindirêsê filitiye jî bikujin
24 tîrmeh, 2023   08:42
ŞEHBA

Komkujiya Cindirêsê şava 21`ê Adara 2023`yan (şeva Newrozê) li dijî ciwanên malbateke Kurd ku agirê Newrozê pê dixistin hatibû kirin û 4 ciwanên ji heman malbatê ji aliyê çeteyên “Ehrar El Şeriyê” ve hatibûn kuştin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên heman komê bi ser dikana berberiyê ya neviyê malbatê yê ji komkujiyê filitiye Nazmî Eşref Osman (19) de girtiye, îşkence lê kiriye û hewl daye bi erebeya xwe ya leşkerî pê lê bike û wî bikujin. Hate ragihandin ku çeteyan dema ew sûc kiriye hevoka “Berdêl ev e” gotiye.

Li gorî agahiyan, Nazmî Osman ku berê jî nexweşiyên dil jiyan dikirin, bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya bajaroka Atme ya Idlibê.

Tê destnîşankirin ku ji dema pêkanîna Komkujiya Cindirêsê ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker endamên wê malbatê tengav dikin.

Li aliyê din, çeteyên "Polîsên Sivîl" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li beramberî serbestberdana welatiyên bi navên “Hebeş Arîf Elo (52), birayê wî Îsmaîl Arif Elo (49) û Ebdo Cafer Seydo (45)” ku demek berê li navçeya Raco hatibûn revandin, 200 dolar xerac xwestine.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi armanca şantajkirina şêniyan rêbazên cuda bi kar tînin. Her wiha wan bi tohmetên cuda tawanbar dikin ji bo ku pereyan bi zorê ji wan bistînin. Li gel van kiryaran jî sûcên qetilkirin, revandin, dizî û talankirin bê navber dewam dikin.

(c,bb)