Di salvegera Komkujiya Til Eran û Til Hasilê de banga hesabpirsînê

Di salvegera 10'an a Komkujiya Til Eran û Til Hasilê de, Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk banga hesabpirsînê kir.

Di salvegera Komkujiya Til Eran û Til Hasilê de banga hesabpirsînê
24 tîrmeh, 2023   09:46
ŞEHBA

Di 27, 28 û 29'ê Tîrmeha 2013'an de çeteyên Cebhet El Nusra û yên girêdayî wê komkujî li Til Eran û Til Hasilê pêk anîn. Di encamê de derdora 50 welatî bûn qurbanî.

Di salvegera komkujiyê de, endamên Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk  li ber navenda xwe ya li gundê Wehşiyê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da. Endamê partiyê Omer Xalûsî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komkujiya Til Eran û Til Hasilê û bêdengiya li hemberî wê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li civata navneteweyî hat kirin ku faîlên komkujiyê ceza bikin.

Di dewama daxuyaniyê de berxwedana ciwanan a li hemberî çeteyên Cebhet El Nusra û alîkarên wan hat bibîranîn û wiha hat gotin: "Di salvegera 10'emîn a komkujiyê de, em berxwedan û rûmeta ciwanan ku bi çekên sivik li hemberî alava şer da DAIŞ û Cebhet El Nusra û alîkarên wan nîşan dan, bi bîr tînin. Çeka ciwanan rûmet û redkirina zulmê bû. Ciwanan tevî derfetên kêm li hemberî êrişkdaran sekinîn, berxwedaneke bêhempa nîşan dan û tirs û xof xist dilê êrişkaran."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komkujiyî bi fermana MÎT a Tirk û serokê ''meclisa leşkerî ya artêşa azad a Helebê'' Ebdulcebar El Egîdî pêk hat ku wê di 24'ê Adara 2013'an de bi komên din re civiyabûn û fermana komkujiyê girt.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em soz didin malbatên qurbaniyên komkujiyê û şehîdên xwe  em ê têkoşînê berdewam bikin ta ku sûcdar li pêberî gel werin darizandin. Em bang li aliyên hiqûqî, mirovî û saziyên neteweyên yekbûyî yê eleqedar dikin ku dosyaya vê komkujiyê derbasî dadgeha navneteweyî bikin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin ku heta niha komkujiyan li Sûriyeyê pêk tîne."

(bb)

ANHA