Li Şamê şerekî dijwar derket

Li bajarê Ceremana yê Şamê ji ber kuştina ciwanekî tevlihevî û şerekî dijwar derket.

Li Şamê şerekî dijwar derket
24 tîrmeh, 2023   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn di navbera ciwanên bajarê Ceremana û ciwanên kampa Ceremanyê de şer derketiye.

Li gorî SOHR`ê, şerê di navbera herdu aliyan de ji ber kuştina ciwanekî ji bajêr ji aliyê ciwanên kampê ve qewimiye. Di şer de çek û bomeyên destan hatin bikaranîn.

SOHR`ê diyar kir ku di encama şer de ziyanên madî bi gelek dikanan bûne û tirs di nava welatiyan de çêbûye. Tê gotin ku ji ber şer birîndar jî hene.

(bb)