Li 3 herêmên dagirkirî şerê çeteyan

Li herêmên Ezaz, Mari û Bab ên dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar rû da.

Li 3 herêmên dagirkirî şerê çeteyan
22 tîrmeh, 2023   13:32
ŞEHBA

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmên dagirkirî parve kirine, vê sibehê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar li Ezaz, Bab û Mari yên dagirkirî rû da. Çeteyan di şer de çekên navîn û giran bi kar anîn. Li gorî çavkaniyan bi hinceta serdegirtina bazirganên hişbiran ev şer rû da.

Heman çavkanî da zanîn ku hemwextî şer serdegirtina malan çêbû û di encama şer de kuştî û birîndarên çeteyan û xelkê wan herêman çêbûn.

Li herêmên Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, rewşa şer û alozî heye; ji ber sûcên qetilkirin, revandin, dizîn, talan û belavbûna hişbirê ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve. Êdî ev herêmê bûne cihê belavbûna hişbirê û ji wir jî ber bi herêmên Sûriyeyê yên din ve.

Di aliyekî din de jî çeteyên girêdayî meclisên herêmêî zext li xelkê kir û besteyên wan ên li sûkan rakirin û nehiştin madeyên xurdemeniyê bifiroşin. Vê yekê jî li Bab û Mari hêrseke mezin çêkir.

(fr)

ANHA