Polîsan li Dersimê 6 kes destgîr kirin

Polîsên ku êrişî daxuyaniya ji bo piştgiriya Dayik/Mirovên Şemiyê hate lidarxistin kirin, 6 kes destgîr kirin.

Polîsan li Dersimê 6 kes destgîr kirin
22 tîrmeh, 2023   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dersimê, ji bo piştgiriyê bide Dayikên şemiyê yên dixwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin û her hefte bi astengkirinê tên destgîrkirin, xwest li Qada Seyît Riza daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsên ku Qada Seyît Riza bi hêzên çevîk û wesayîtên zirxî dorpêç kirin, endamên ÎHD’ê astengk kirin. Polîsan qedexeya çalakiyan a ji bo rojekê li bajêr hate îlankirin hincet nîşan dan û mudaxileyî kesên xwestin daxuyaniyê bidin kirin.

Di encama mudaxileyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Dersimê Gurbuz Solmaz jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin.