Li Minbic û Tebqayê bîranînên şehîdan

Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li Minbic û Tebqayê hatin bibîranîn.

Li Minbic û Tebqayê bîranînên şehîdan
Li Minbic û Tebqayê bîranînên şehîdan
Li Minbic û Tebqayê bîranînên şehîdan
Li Minbic û Tebqayê bîranînên şehîdan
Li Minbic û Tebqayê bîranînên şehîdan
Li Minbic û Tebqayê bîranînên şehîdan
Li Minbic û Tebqayê bîranînên şehîdan
Li Minbic û Tebqayê bîranînên şehîdan
22 tîrmeh, 2023   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan (Selwa Yusif), Roj Xabûr (Ciwan Hiso) û endama YAT’ê Barîn Botan (Ruha Beşar) 22’yê Tîrmeha 2022’yan di encama êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn. Her sê jinên şoreşger dema ji Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Qamişloyê hatibû lidarxistin, vedigeriyan cihê xwe, bûn hedefa êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê, bi beşdarbûna endamên Meclisa Jinên Sûriyeyê, Mala Jinan û Komîteya Aborî ya Jinan semîner da.

Semîner li nivîsgeha kombûnê hat dayîn. Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Ruweyda Hinêzil qala rêwîtiya têkoşînê ya her sê jinên pêşeng vegot û got: "Em sozo didin ku em tolê ji dijminên jinên şoreşger û dijminên azadiyê hilînin. Çawa fermandar Jiyan, Roj û Barîn ji bo siberojeke azad tê koşiyan û kedeke mezin da, em jî soz didin ku em ê xeta wan berdewam bikin."

Di dawiya semînerê de, beşdaran serdana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir û gul û wêneyên şehîdan diyarî wan kirin.

Der barê mijarê de Ruweyda Hinêzil ji ajansa me re axivî û got: “Em her sê şehîdên xwe bi bîr tînin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide rola jinan di qada leşkerî de tune bike û vîna wan bişikîne. Em li ser şopa wan in ku rêya ber bi azadiyê ve ji me re ronî kir.”

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi koorîneya Koordînasyona Jinan a Tebqayê merasîmeke bîranînê li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê, meclisên jinan û Yekitiya Jinên Ciwan tev li merasîmê bûn ku li avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya li Tebqayê li dar ket.

Di merasîmê de, endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Necah El Hisên axivî û her sê şehîdan bi bîr anîn û got: “Dewleta Tirk ew kirin hedef, ji ber ku wan şerê DAIŞ û komên çete yên dewleta Tirk a dagirker kirin."

Necah soz da ku têkoşîna şehîdan bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û serî ji dewleta Tirk a dagirker re netewînin.

Di dawiyê de jinan ji bo bîranîna her sê şehîdan mûm pêxistin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ao7NmJ3dmn4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>