Artêşa Tirk li Kobanê cotkaran dike hedef

Artêşa Tirk a dagirker li gundên sînorî yên rojhilatê bajarê Kobanê cotkaran dike hedef û nahêle biçin nav zeviyên xwe yên çandiniyê.

Artêşa Tirk li Kobanê cotkaran dike hedef
22 tîrmeh 2023   06:43
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku ji gundê Qeremox (14 km li rojhilatê bajarê Kobanê) hatine bidestxistin, artêaşa Tirk a dagirker gundiyan dike hedef û nahêle zeviyên xwe yên çandiniyê av bidin.

Welatiyê bi navê Ebdullah Mehmûd ê ji gundê Qeremoxê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji 10 rojan ve cotkaran dike hedef û nahêle biçin nava zeviyên xwe.

Mehmûd destnîşan kir ku leşkerên Tirk jenartorên cotkarên bi navên Fewaz Xelîl û Îbrahîm Henîfî jî kirin hedef.

(bb)