Berxwedana Gerîla: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin, helîkopterek hate derbekirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û helîlkoptereke Skorsky hate derbekirin.

Berxwedana Gerîla: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin, helîkopterek hate derbekirin
22 tîrmeh 2023   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk êrîşa xwe ya dagirker a li ser Zap û Metînayê didomîne. Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi çalakiyan li artêşa Tirk dide.

Li gorî nûçeya ANF`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe.

Li gorî agahiyên pêşîn herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin û derbeke giran li helîkoptereke Skorsky hatiye xistin.