Li bazarên herêmê sebzeyên xwecih

Cotkarên sebzeyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane bi dehan ton sebzeyên xwe li sûkên herêmê difiroşin. Bi wê yekê sebze bi buha û kalîteyeke baş tên dabînkirin.

Li bazarên herêmê sebzeyên xwecih
Li bazarên herêmê sebzeyên xwecih
Li bazarên herêmê sebzeyên xwecih
Li bazarên herêmê sebzeyên xwecih
Li bazarên herêmê sebzeyên xwecih
Li bazarên herêmê sebzeyên xwecih
Li bazarên herêmê sebzeyên xwecih
Li bazarên herêmê sebzeyên xwecih
22 tîrmeh 2023   06:19
QAMIŞLO - XALID ETÊ

Li piranî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Tîrmehê de berhemên sebzeyên herêmî baş e.

Li herêmê gelek cureyên sebzeyan tên çandin; firingî, xiyar, kartol, pîvaz, bacanên reş, îsot, fasulî, petêx, zebeş.

Têkildarî rewşa berhemên herêmê yên îsal cotkar Mihemed Xêr Hesen ji ajansa me re axivî. Hesen li 100 donimî li gundê Birêva yê Amûdê sebze çandiye.

Hesen got di zeviyên xwe de firingî û xiyar çandine û berhema îsal baş e.

Hesen diyar kir ku li zeviyên wî nêzî 40 karkeran dixebitin, bi vê yekê derfeteke baş a xebatê tê peydakirin. Hesen wiha domand: "Em rojane firingî û xiyaran dişînin sûkên herêmê. Rojane ji zeviyên min nêzî 7 ton firingî û 2 ton xiyar derdikevin."

Li ser cudahiya di navbera sebzeyên herêmê û yên ji derve de Hesen wiha anî ziman: "Sebzeyên herêmê xwedî kalîteyeke baş in û ji aliyê tenduristiyê ve ji yên ji derve tên baştir in."

′DIVÊ PIŞTGIRÎ ZÊDE BIBE′

Ruxmî saktora sebzeyan dikeve plana çandiniya salane ya Desteya Çandiniyê, lê li gorî cotkaranên herêmê piştgirî têrê nakin. Hesen li ser mijarê wiha got: "Ji ber tunebûna piştgiriyê hin caran zirar dibe. Me tov bi dolar kirîn. Mazot bi buhaya sûka serbest, bi hezar û 700 lîreya Sûriyeyê kirî. Kirêya veguhastinê pir bilind e. Ji lew re buhayên firotina sebzeyan ne li gorî lêçûnan e. Em bi hêvî ne ku aliyên têkildar piştgiriya me bikin da ku zirar nebe û ev beş were pêşxistin da ku xwetêrkirin pêk bê."

RÊJEYA KÊMBÛNA BUHAYAN DIGIHÊJE JI SEDÎ 200

Piştî berhevkirinê, cotkar berhemên xwe dişînin sûkên herêmê. Ajansa me bi serokê yekitiya bazirganên sebzeyan Ehmed Arif re li sûka sebzeyan a Qamişloyê ku navenda sereke ya komkirina sebzeyan li bajêr û gundewarên wê ye, civiya. Arif got ji ber berhema zêde buhayên wê bi rêjeya ji sedî 200 kêm bûye.

Buhayê firotina kîloyeke firingiyan gihaşt 6 hezar lîreyê Sûriyeyê, lê niha 2 hezar lîre derbas nake.

Buhayê kîloyeke îsot nêzî 8 hezar bû, lê niha bi 2 hezar û 500 lîre ye.

Arif di dawiyê de wiha got: "Di van rojan de ji zeviyên herêmê firingî, xiyar, kosa, pîvaz, îsot û bacanên reş tên sûkên herêmê. Rojane 100 ton firingî tê. Ev jî pêdiviya sûkên herêmê dabîn dike."

(fr)

ANHA