​​​​​​​Armanca wan tê pêkanîn

Bîranîna fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr, endama YAT’ê Barîn Botan di salvegera yekemîn a şehadeta wan de, li dibistan û xebatan tê jiyandin, armanca wan tê pêkanîn.

​​​​​​​Armanca wan tê pêkanîn
22 tîrmeh 2023   02:06
QAMIŞLO/HÊLÎN EYLUL

Îro salvegera yekemîn a şehadeta ji fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan (Selwa Yusif), Roj Xabûr (Ciwan Hiso) û endama YAT’ê Barîn Botan (Ruha Beşar) e. Hersê jinên têkoşer roja 22’yê Tîrmeha 2022’yan di encama êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Hersê jinên pêşeng di heman demê de di xebatên ji bo tevahiya jinên Suriyeyê de cih digirtin. Fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan endama komîteya amadekar a Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.  Roj Xabûr û Barîn Botan jî li ser navê YPJ’Ê beşdarî forumê bibûn. Piştî foruma li bajarê Qamişlo hat pêkanîn, hersê jinên pêşeng dema vedigeriyan cihê xwe, bûn hedefa êrişa balafirên dagirkeran.

Selwa Yusif li gundê Memala yê navçeya Raco ya kantona Efrînê sala 1980’î ji dayik bûye. Di malbateke welatparêz a ji dayik, bav, 5 bira û 4 xwîşkan pêk tê de zaroka çaremîn e. Bi rêya malbatê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Taybetî piştî ku birayê wê Elî Efrîn di 1996’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû, dilsoziya wê zêdetir dibe.  Dema Rêber Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî sala 1999’an dil hat girtin, Selwa Yusif jî biryara xwe ya tevlîbûna Tevgera Azadiyê dide.

YEK JI AVAKARÊN YPJ’Ê

Ji ber girêdana xwe ya bi jiyanê re û hêrsa dijî komployê, navê Jiyan Tolhildan li xwe dike. Bi destpêka pêkatina çirûska Şoreşa Rojava re vedigere Rojava di avakirina Yekîneyên Xweparastina Kurdistanê (YXK) de cih digire. Di avakirina YPG û YPJ’ê de jî rolek çalak dilîze. Her wiha di nava Yekîneyên Antî Terorê (YAT) de cihê xwe digire. 

Di pêvajoya şoreşê de, hema bêje şahidiya her kêliyek zehmetî, berxwedan, êş û serfiraziyan dike. Wexta çeteyan sala 2013’an êrişî Serêkaniyê kirin, Jiyan Tolhildan di refên destpêkê yên berxwedanê de ye. Di salên piştre de jî li Şêxmeqsûd û Efrînê tevlî berxwedanê dibe, li Şedadê, Minbicê û Dêrazorê di pêngavên têkbirina çeteyên DAIŞ`ê de rolek girîng dilîze.

ŞEHÎDA DUYEMÎN A MALBATÊ

Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê, Jiyan Tolhildan li gel erka parastinê, ji bo rêxistinkirina tevahiya jinên Suriyeyî jî erkên girîng digire ser xwe. Yek ji wan jî foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya sala 2022’yan bû. Lewma bibû hedefa dagirkeran û piştî forumê di êrişa balafiran de li gel herdu hevalên xwe şehîd dibe. Jiyan Tolhildan dibe şehîda duyemîn a malbatê. Birayê wê Elî Efrîn jî sala 2005’an li çiyayên Zagrosê şehîd bûye. Piştî dagirkerina Efrînê (2018) malbata şehîd Jiyan jî li taxa Şêxmeqsud a Helebê bicîh bûye.

LI SER NAVÊ WÊ DIBISTAN HAT AVAKIRIN

Sê meh piştî şehadeta Jiyan Tolhildan Fermandariya YPJ’ê ji bo bîranîna wê 25’ê Cotmeha 2022’yan Dibistana  Şehîd Jiyan ava kir. Li dibistana pergala wê ya perwerdeyê li gorî 2 salan hatiye amadekirin, 60 endamên YPJ’ê dersên cur bi cur dibînin. Ji fêrbûna xwendin û nivîsandinê heta dersên dîrok, erdnîgarî, çand û huner, fizîk, kîmya gelek perwerdeyên cihe tên dayîn.

‘EM Ê LI SER XETA WÊ BIMEŞIN’

Di salvegera yekemîn a şehadeta Jiyan Tolhildan de şargirtên dibistanê nêrînên xwe anîn ziman.

Şagirta dibistanê Dîclê Zagros destnîşan kir ku ew Şehîd Jiyan ji bo xwe weke mînaka jiyanê dibîne û dixwaze li ser dîrok û felsefeyê pêş bikeve. Dîcle Zagros diyar kir ku fermanda Jiyan ji bo wan manîfestoya jiyanê ye, ew ê wekî şagirtin dibistanê li ser xeta wê bimeşin.

Zîlan Rojava jî da zanîn ku ew rojê 8 saetan perwerde dibînin û got: “Her dersa em dibînîn pir girînge. Ji ber ku Şehîd Jiyan jî xwedî hişmendiyek mezin a dîrok û zanistê bû, di hemû qadên jiyanê de aktîf bû. Em jî wek şagirtên ve dibistanê soz didin ku em ê  li ser şopa wê bin.”

ROJ XABÛR: RÛKENA HEVALÊN XWE

Ciwana Heso sala 1992’yan li bajarê Dirbesiyê jidayik bûye. 2011’an, yanî di destpêka rêxisitinkirina YPG’ê de cihê xwe di refên şoreşê de digire. Ciwana Hiso ku navê Roj Xabûr li xwe kir, wekî yek ji damezrînerên YPG’ê , di aliyê leşkerî û bîrdozî de xwe pêş dixe û erkên girîng digire.

Destpêka sala 2012’an li Efrînê  weke fermandareke jin di mijarên taktîkên şer de perwerde dide hêzên parastinê. Li eniyên şer jî dijî komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şer dike. Sala 2016’an di rizgarkirina bajarê Minbicê de rolek pêşeng digire.

LI REFÊN PÊŞ ÊN ENIYÊN BEXWEDANÊ

Minbic piştî bajarê Reqa yê ji bo çeteyên DAIŞ’ê  weke paytexteke dûyemîn bû. Ew taritiya hişmendiya DAIŞ’ê weke paçeke reş xwe li ser jinên Minbicê pêçandi bû. Şehîd Roj di sala 2016’an de ji bo ku gelê Minbicê ji tarîtiya DAIŞ’ê xilas bike, di pêngava rizgarkirina Minbicê de cihê xwe digre. Li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê û komên din ên girêdayî dewleta Tirk ku ji aliyê Cerablusê ve pêk di anîn, di eniya pêş a berxwedanê de cih digire.

Wexta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sala 2019’an dijî Girê Spî û Serêkaniyê êriş dan destpêkirin, fermandar Roj Xabûr jî, li eniya Girê Sipî pêşengiya berxwedanê dike û heta kêliya dawî ya dagirkirina herêmê jî li ber xwe dide.

Roj Xabûr piştre jî di perwerdeyên leşkerî de erka berpirsyariyê digire ser xwe û bi dehan şervanan perwerde dike. Li aliyê din xebatên rêxistinkirina tevahiya jinan jî dimeşîne. Di çarçoveya van xebatan de ew jî tevlî Foruma Şoreşa jinê Suriyeyê dibe û dema ji forumê vedigere di encama êrişa balafiran de şehîd dibe.

BÎRANÎNA WÊ DIDIN JIYANDIN

Şehîd Roj Xabûr jî weke pêşengên şoreş û azadiyê di nava YPJ’ê de bûye sembolek têkoşînê. Lewma di her karekê de tê bibîranîn û wê navê wê jî li xebatekê were kirin.

BARÎN BOTAN

Ruha Beşar jî li navçeya Ehrez a girêdayî kantona Şehbayê ji dayik bûye. Di malbateke ji 3 xwîşk û 2 birayan pêk tê de zaroka sêyemîn e. Dema ciwan bû ji şervana YPJ'ê Barîn Kobanê û apê xwe Cuma Botan ku sala 2011’an tevlî YXK’ê bibû gelekî bandor dibe. Wexta ku apê wê Cuma Botan sala 2014’an li gundê Mebrûka yê giredayî Serêkaniyê şehîd bû, ew jî gelekî bandor dibe. Dema  ku Barîn Kobanê 1'ê Sibata 2018’an di berxwedana dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de şehîd bû, Ruha Beşar jî biryara tevlîbûna YPJ’ê dide.

Bi tevlîbûnê re navê Barîn û paşnavê Botan (Barîn Botan) li xwe dike. Piştî demekê jî tevlî Yekîneyên Antî Terorê (YAT) dibe û bi awayekî çalak kar dimeşîne. Di gelek operasyonên taybet ên ku li hemberî DAIŞ’ê hatine lidarxistin de weke şervanekê cihê xwe digire.

Bi kesayet, pêwendî, xebat û hişmendiya xwe di nava hevalên xwe de dibe çavkaniyek moralê. Li gel temenê xwe yê biçûk jî li rex karên leşkerî, tevlî xebatên rêxistinkirina jinan bûye. Karê wê yê dawî jî dîsa Foruma Şoreşa Jinên Sûriyeyê bû. Ew jî li gel herdu hevalên xwe dema ji forumê vedigeriya di encama bombebaranê de şehîd dibe.

Şehîd Barîn Botan ji bo şervan û jinên ciwan weke hêza baweriyê tê dîtin û di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de bîranîna wê tê mezinkirin.

(a)

ANHA