YNK: PDK’ê derfeta parastina xelkê Şengalê kêm kir

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 10. salvegera jenosîda Şengalê peyamek belav kir û wiha diyer kir: 10 sal bi ser jenosîdkirina Êzîdiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê re derbaz dibin ku ev mezintirîn tawana serdemê ya li dijî mirovayatiyê ye.”

YNK: PDK’ê derfeta parastina xelkê Şengalê kêm kir
3 tebax, 2024   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 10’emîn salvegera jenosîda li ser Êzidiyan, Mekteba Siyasî ay Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek belav kir.  YNK’ê ragihand ku mixabin civaka Êzîdî li hember êrişa terorîstî bi tenê hatin hêlan û hêzên li wir reviyan, xemsariya hêzên PDK ya desthilatdar, derfeta ji bo parastina wan xist asta herî kêm de.

Daxuyanî wihaye:

“10 sal bi ser jenosîdkirina Êzîdiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê derbaz dibin ku sucê herî mezin yê di sedsala 21’an de dijî mirovahiyê hatî kirine. Fermana komkujî ya DAIŞ‘ê bi hezaran kesên Êzîdî kirin qurbanî û bi sedan keç û jinên serbilind yên welatê me kirin kole

Mixabin di vê karesatê de kesûkarên me li hemberî êrişên terorîstan bi tenê hatin hêlan û reviyan. Xemsariya PDK ya desthilatdar kêmtirîn derfet ji bo berevanîkirin û parastina wan hêla. Yekîtî Nîştimanî ya Kurdistanê di destpêka karesatê de tevî dûrbûn û astengiyên li hemberî wê bi hêzeke kêm û cewherî şan bi şanê rêxistinên xwe li deverekê hêleke berevaniyê ji bo beşek ji koçberên lêqewmayan dirust kir.

Ji bo parastin û rizgarina wan Ii gorî şiyanên xwe û piştî piroseya rizgarkina Şengalê jî di çarçoveya cenga destpêkê ya li dijî terorîstên DAIŞ`ê de hewlên xwe li navxwe ya Kurdistan û Iraqê berdewamin. Hewldanên me ji bo pêkanîna berpirsyartiyên hikûmeta Herêm û Federal, civaka navneteweyî li hemberî doza jenosîda nasandina vê sucî û rizgarkirina Êzidiyên hatîn revandin, tezmînkirina zererên hatîn jiyankirin û rakirina astengiyên siyasî yên li beramberî vegereke serbilind ya koçberan berdewamin.

Di vê salvegerê de em wek hêzeke Kurdistanî ya berpirs bi moraleke mezin xwedîderketina xwe li vê dosye ya neteweyî û nîştimanî û mirovî ya xelkê xwe ya Şengalê dubare dikin û tekezî li ser parastina nasnameya Êzîdiyan wek pêkhateyeke resen û zindî ya Kurdistanî û dabînkirina jiyaneke bi rûmet û hêjayî ji bo wan dikin.

Li gel vê salvegerê, Cejna Kevin ya Çileya Havînê ya Êzidiyan ku hevdemê vê fermanê ye, em li tevahî xwiş û birayên xwe yên Êzidî yên li welat û dervey welat pîroz dikin. Hêvîdarin îradeya li dijî fermanê bi ser rojên reş yên sîtem û karesatan de zal bibe û serbikeve.”