Îsraîlê li Himsê êriş pêk anîn

Balafirên şer ên Îsraîlê li deriyekî sînor ê di navbera Himsê ya Sûriye û Lubnanê de êriş pêk anî.

Îsraîlê li Himsê êriş pêk anîn
3 tebax 2024   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku Îsraîlê êrişên hewayî li dijî deriyê sînor ê Metreba yê girêdayî hêzên hikumeta Şamê ya li gundewarên Himsê pêk anîn. Derî ji bo çûn û hatina erebeyên barhilgir di navbera Sûriye û Lubnanê de dihat bikaranîn.

Li gorî SOHR, yek ji êrişan li dijî karwanê barhilgiran bû, ya din jî li dijî mezreyeke derdora Qisêr a gundewarên Himsê bû. Der barê zirarê de jî tu agahiyên dîtir nehatine bidestxistin.

Balafirên şer ên Îsraîlê duh êvarî jî li dijî herêma Cirûd a navçeya Hermil a li ser sînorê Sûriye - Lubnanê êriş pêk anîbû.

(mh)