ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2023
- Girtîgeh malên islahkirinê nînin, ew mekan in ku li wan mirov erkên xwe yên exlaqî û îradî bi xurtî hîn dibin. Heman xusûs ji bo şervanên azadiyê yên derketinê serê çiyan jî di cih de ne.
- Siyasetmedar û rewşenbîrên Minbicê destnîşan kir ku gefên li ser Rêber Abdullah Ocalan vîna wî û vîna gelên bi fikrên wî bawer naşikîne. Her wiha diyar kirin ku berxwedana wî, bingeha berxwedana gelên azad e. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Bîranîna fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr, endama YAT’ê Barîn Botan di salvegera yekemîn a şehadeta wan de, li dibistan û xebatan tê jiyandin, armanca wan tê pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Profesor Teysîr Ebdulcebar El Alûsî destnîşan kir ku Peymana Lozanê ji bo tunekirina hêviyên gelan nexasim gelê Kurd û mafên wan ên diyarkirina qedera xwe, amûrek bû. El Alûsî ji bo rêgirtina li ber Lozaneke nû çareserî pêşkêş kirin.
- Koma Şehîd Serhed a dîlanê zêdetirî 25 salan e rêya hunerê ya şehîd Hozan Serhed dişopîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Cotkarên sebzeyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane bi dehan ton sebzeyên xwe li sûkên herêmê difiroşin. Bi wê yekê sebze bi buha û kalîteyeke baş tên dabînkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Kongra Star bi dirûşma "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye" çalakiyekê li stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA