YE′yê Rûsya bi çêbûna krîza xwarinê ya cîhanê tawanbar kir

Berpirsekî YE′yê Rûsya bi sedema pêkanîna krîza xwarinê ya cîhanê tawanbar kir.

YE′yê Rûsya bi çêbûna krîza xwarinê ya cîhanê tawanbar kir
20 tîrmeh, 2023   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê siyaseta karên derve ya YE′yê Josep Borrell got, piştî biryara vekişîna wê ji girêbesta hinardekirina dexlûdanan bi rêya Deryaya Reş, dê Rûsya bibe sedem ku krîza xwarinê ya cîhanê çêbe.

Borrell di civîneke çapemeniyê de got Rûsya di wêrankirina dexlûdanên Ukraynayê de dewam dike û dê ji ber êrişên wê li dijî depoyên dexlûdanên li bajarê Odessa yê başûrê Ukraynayê krîzeke xwarinê çêke.

(fr)