Hikumeta Iraqê biryar da balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê were girtin

Weke nerazîbûnek li dijî şewitandina Quranê û ala Iraqê li Swêdê, hikumeta Iraqê daxwaz ji balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê kir ku ji Bexdayê derkeve. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî erkdar kir ku dîplomatkarên Iraqê yên li balyozxaneya Iraqê ya li Swêdê şunde vegerîne.

Hikumeta Iraqê biryar da balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê were girtin
20 tîrmeh, 2023   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku cara duyem kesek Iraqî, li Swêdê pirtûka Quranê û ala Iraqê li ber balyozxaneya Iraqê ya li Swêdê şewitand, bi xwe re nerazîbûna welatiyên Iraq û hikumeta Iraqê anî.

Li dijî şewitandina Quran û ala Iraqê welatiyên Iraqê duh bi şev êrişî balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê kiribûn û beşek ji avahiyê şewitandibûn.

Îro Desteya Wezîran ya Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî civîneke awarte li dar xist. Di civînê de biryar hat dayîn ku balyozxaneya Swêd a li Bexdayê were girtin. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî hat erkdarkirin ku dîplomatên Iraqî yên li balyozxaneya Iraqê ya li Swêdê vegerîne Iraqê.