​​​​​​​Di havînê de xurtkirina behreyên zarokên şehîdan

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan hewl dide bi rêya vekirina dewreyên perwerdê li Dêrikê yê Qamişloyê berheyên zarokên şehîdan xurt bike û bi pêş bixe.

​​​​​​​Di havînê de xurtkirina behreyên zarokên şehîdan
​​​​​​​Di havînê de xurtkirina behreyên zarokên şehîdan
​​​​​​​Di havînê de xurtkirina behreyên zarokên şehîdan
​​​​​​​Di havînê de xurtkirina behreyên zarokên şehîdan
21 tîrmeh, 2023   01:50
QAMIŞLO-KESLÛMA ELÎ

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji destpêka Tîrmehê ve dewreyên perwerdê ji keç û xortên şehîdan re li bajêr û gundan vekirin, da ku zarokê fêrî zimanê Erebî û ingilîzî û komputerê bin.

Dewre li Navenda Ada ya Perwerdê, Dibistana Selîm Hemê hatin vekirin û dê heta dawiya betlaneya havînê dewam bike. Dewre ji zarokên di navbera 6 heta 18 saliyê de hatin vekirin. Hejmara zarokên heta niha di dewreya yekemîn de xwe qeyd kirine, 40 e.

Waneyên ziman ên ku zarokên distînin ji hêla mamosteyên pispor in û ji aliyê çavdêr ve hatin erkdarkirin. Rojekê saetekê tê dayîn û di hefteyê de 5 rojan tê dayîn.

Komîte tevahî baldariya guncaw, pirtûk û pêwîstiyên xwendinê pêşkêş dike. Komîte zarokan hem digihîne navendan hem jî malên wan.

Li gorî endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Rewşen Reşîd armanca van dewreyan geşkirin û xurtkirina behreyên zarokan e.

(fr)

ANHA