Iraqê têkiliyên dîplomatîk bi Swêdê re qut kirin

Hikumeta Iraqê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Swêdê re qut kirin, her wiha şewitandina balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê şeremzar kir.

Iraqê têkiliyên dîplomatîk bi Swêdê re qut kirin
20 tîrmeh, 2023   12:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan xwepêşandêrên iraqî di saetên siharê de êrişî Balyozxaneya Swêdê ya li navarasta Bexdayê kir û agir pê xist. Piştî şewitandina Quranê li Swêdê ku ev cara duyemîn di hefteyên dawîn de rû dide û ji ber agahiyên li ser şewitandina ala Iraqê, Muqteda El Sedr banga xwepêşandanan kir.

Hikumeta Swêdê îro ji ber şewitandina balyozxaneya wê ya li Bexdayê gazî berpirsê kar û barên Iraqê kir û got ku şewitandina balyozxaneyê “qet nayê qebûlkirin”. Swêdê her wiha Iraq bi nepêkanîna erka xwe ya parastina şandeyên dîplomatîk û karmendên wan tawanbar kir.

Têkildarî mijarê, îro hikumeta Iraqê bi serokatiya serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî civîneke awarte li dar xist û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan roja çarşemê bi rêyên dîplomatîk hikumeta Swêdê agahdar kiriye ku eger şewitandina Quranê li ser axa dubare bibe û bi bihaneya azadiya derbirandinê destûra wê yekê bê dayîn, ew ê têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut bikin.

Iraqê ev kiryar wek “provaksayon û heqareta li prensîb û mîsaqên navnetweyî yên têkildarî rêzgirtina li hember ol û baweriyan, xeteriyê li ser aştiyê çêdikin, çanda kîn û tundiyê teşwîq dikin” bi nav kirin.

Serokê Meclisa Wezîran a Iraqê ji Wezareta Karên Derve xwest berpirsê kar û barên Iraqê ji balyozxaneya Iraqê ya li Stokholmê vekişiye û ji balyoza Swêdê ya li Bexdayê jî xwest ji axa Iraqê derkeve.

(c)