4 malbatên din bi zorê li herêmên dagirkirî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de 4 malbatên din bi darê zorê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bi cih kirin.

4 malbatên din bi zorê li herêmên dagirkirî hatin bicihkirin
20 tîrmeh, 2023   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de 4 malbatên din ên sûriyeyî ku di nav de jin û zarok jî hene, piştî ku bi darê zorê bi rêya deriyê Girê Spî yê dagirkirî derbasî herêmê kirin, li bajarê Girê Spî bi cih kirin. Dewleta dagirker bi dehan ciwanên din bêyî malbatên wan jî anîn herêmê.

Bicihkirina sûriyeyan bi darê zorê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de “Serêkaniyê,Girê Spî, Efrîn” ya bi armanca guhertina demografiya herêmê dewam dike.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker nêzî hezar penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê veguhestine.

(c)

ANHA