Parêzeran ji bo dîtina girtiyên li Îmraliyê serlêdan kir

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmratiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo dîtina girtiyên li Îmraliyê serlêdan kir
20 tîrmeh, 2023   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda mutleq de ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê stendin.