​​​​​​​Di operasyona YAT’ê de 2 çete hatin kuştin

QSD`ê ragihand ku hêzên YAT’ê duh li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li başûrê Hesekê operasyoneke taybet kiriye û di encamê de 2 çete hatine kuştin, çeteyek jî hatiye girtin.

​​​​​​​Di operasyona YAT’ê de 2 çete hatin kuştin
20 tîrmeh, 2023   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên girêdayî QSD`ê di 19`ê Tîrmehê de bi desteka Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê yên Başûrê Kurdistanê (CTG) û Koalîsyona Navneteweyî li bajaroka Deşîşe yê Şedadê li dijî şaneyeke terorîst a DAIŞ`ê operasyoneke taybet kir û şane bê bandor kir.

Şane ji endamên ku destê wan di karên terorê û hewldana derbekirina aramî û îstîqrara herêma Dêrazorê û hedefgirtina welatiyan de hebû, pêk dihat.

Di encama operasyonê de 2 endamên şaneyê hatin kuştin, çeteyek bi saxî hat girtin. Her wiha hin çek û cebilxane hatin desteserkirin: 2 Çekên AK-47, 2 telefon, debançeyek, bombeyek, 3 carcûrên debançeyan, rextek, çekeke nêçîrê.”

(c)