​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel

Bi diruşma "Şoreşa 19′ê Tîrmehê bi serkêşiya Jina azad misogerkirina Rêveberiya Xweser û garantiya demokrasiya civakê ye" Meclisa Jinan a PYD′ê panelek li dar xist.

​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
​​​​​​​Li Helebê li ser rola jinan di şoreşê de panel
18 tîrmeh, 2023   20:31
HELEB

Bi boneya salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê, Meclisa Jinan a PYD′ê bi diruşma "Şoreşa 19′ê Tîrmehê bi serkêşiya Jina azad misogerkirina Rêveberiya Xweer û garantiya demokrasiya civakê ye" panelek li dar xist. Di panelê de hate gotin gel dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi beşdariya nûnerên ji partiyên siyasî, saziyên sivîl û kesayetên serbixwe panel hate lidarxistin.

Di panelê de berdevka Meclisa Jinan a PYD′ê Sena Elî mijara panelê ya bi sernavê "Şoreşa 19′ê Tîrmehê şoreşa azadî û rûmetê ye" şîrove kir.

Sena wiha got: "Di rûpelên dîrokê de gelek şoreş hene, li Sûriyeyê di destpêka 2011′an de şoreşê dest pê kir, lê ji rêya xwe derket û kete xizmetî ajandeyên derve û her ku çû krîz kûrtir kir. Lê Kurdan tevî hevalbendên xwe yên Ereb û Suryan bi rêya Şoreşa 19′ê Tîrmehê karî modeleke şoreşê ya dikare guhartinê pêk bîne ava bike."

Sena wiha domand: "Vê şoreşê ku ji Kobanê de dest pê kiriye û li tevahî bajarên Rojava belav bûye felsefeya neteweya demokratîk esas girt û xwe spart xeta sêyemîn."

Sena pergala Şoreşa 19′ê Tîrmehê şîrove kir û wiha anî ziman: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê keta nava zihniyet û tirsa ku rejîmê di nava dilê civakê de çêkiriye ku nikarin xwe bêyî dewletê bi rê ve bibin. Şoreşê di civakê de bawerî çêkir û karî di hemû aliyan de xwe bi rê ve bibe."

Li ser stûnên Şoreşa 19′ê Tîrmehê Sena wiha xuya kir: "Şoreşa ku berhema keda hezaran şehîdan û lehengên birîndar bûn rêya têkoşînê û serkeftina projeya demokrasiyê hilbijart û karî astengî û zehmetî derbas bikira."

Dûre beşdaran nîşqaşên xwe kirin. Endamê Partiya Sûriye Pêşerojê ya Civakî Ebdulhemîd Hayik axivî û wiha got: "Rola jinan di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de ya herî girîng bû, jinan civak bi pêş xist û zana kir û gihaşt asta şehadetê. Di biryardayînê, pêkanîn û alîkariya serkeftina wê de beşdar bû."

Endama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Evîn Seydo wiha got: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê derbasî 11 salan bû. Şoreşê karî têgehên rastî yên şoreşê pêk bianiya û pêdiviyên gelê Sûriyeyê pêk anîn."

Hevseroka Yekitiya Parêzeran Elaedîn El Xalid Kalo jî Şoreşa 19′ê Tîrmehê li tevahî gelan û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Ev şoreş berhema têkoşîn û keda Rêber Abdullah Ocalan e."

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a PYD′ê Ayşe Hiso jî axivî û wiha got: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê ji nava êşên gel; zulm, bindestî, siyaseta qirkirin û înkarkirinê, hat."

Ayşe wiha domand: "Divê sûriyeyî bibe yek da ku em birînên xwe derman bikin û vê cudahiyê rakin."

Ayşe ev tişt got: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê şoreşa zihniyetê ye û bi têkoşînê karî zihniyeta li ser civakê hatiye ferzkirin biguherta."

Di dawiyê de Ayşe got jinan bi rêya şoreşê karî di aliyên siyasî û leşkerî û hwd de xwe bi rêxistin bikira û bû hêza hevseng û guhartinê.

(fr)

ANHA