Bi boneya şoreşê li Tebqayê çalakiya hunerî

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi diruşma "Dê azadî, bi Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve" çalakiyeke hunerî li dar xist. Çalakî bi boneya salvegera Şoreşa Tîrmehê hate lidarxistin. Di çalakiyê de şano, helbest û pêşangeha pirtûk û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşkêşkirin.

Bi boneya şoreşê li Tebqayê çalakiya hunerî
18 tîrmeh, 2023   20:43
TEBQA

Di çalakiyê de bi dehan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên jinan û ciwanan beşdar bûn.

Berdevka Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Şeze El Elî axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

/ar/uploads/files/2023/07/18/195631_mhmwd-alytym.webp

Endama rêveber  a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Aye Silêman axivî û got: "Bi boneya Şoreşa 19′ê Tîrmehê me çalakiyeke hunerî li dar xist û vê şoreşê li Rêber Apo pîroz dikin."

Aye wiha domand: "Cîhan tevahî dizane ku jinê di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de roleke mezin lîst û xwe îsbat kir ku ew bingeha civakê ye. Projeya neteweya demokratîk û Şoreşa Rojava de bû ronahiya azadiya cîhanê û hêvî li gel gelan çêkir."

Aye di dawiyê de anî ziman di rêxistinbûyîn û têkoşîn werin geşkirin.

Dûre koma Minbicê ya şano û koma Zenûbiya ya Navenda Hîlala Zêrîn şano pêşkêş kirin. Helbestvan Meryem El Şerîf a ji Tebqa û helbestvan Buşra Mensûr a ji Tebqa helbest xwendin.

Di çalakiyê de pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan, tabloyên wênesazên Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatin pêşandan.

Di dawiyê de şêniyan dîlan gerand.

(fr)

ANHA