ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-7-2023`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-7-2023`YAN
18 tîrmeh, 2023   23:00

- Şêniyên Qamişlo diyar kir ku armanc ji nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan re bêdengkirina fikra azad e û wiha got: "Em serî ji mîna van siyasetan re natewînin û em ê li hember wê têkoşîna xwe mezin bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hêzên hegemon ji bo jihevxistin û têkbirina Rêveberiya Xweser di nava hewldanan de ne. Lê bi saya berdêlên giran ev rêveberî bûye rastiyeke li ser erdê û gelek alî neçar in pê re dan û standinê bikin. (BI WÊNE)

- Pispor û nivîskarên Misirê salvagera Şoreşa 19′ê Tîrmehê li tevahî sûriyeyiyan pîroz kir û got şoreşê modelek baş ji bo tecrûbeyên xwerêvebirinê li herêmê pêk anî; modela Rêveberiya Xweser, her wiha anî ziman ku dibe ku ev modelek ji piranî krîzên li dewletên herêmê bibe çareserî. (BI WÊNE)

- Li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gelek xwedawend lê man, îro Şoreşa 19'ê Tîrmehê lê pêk hatiye û jinên pêşeng bi têkoşîna xwe ya di çarçoveya paradîgmaya azadiya jinan de ketin nava rûpelên dîrokê.

- Mûzîkjenê ji Meksîkayê Nathan Felix bi peyamekê Şoreşa Rojava pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava îlhamek mezin daye min. Ev şoreş tê wateya berxwedana lehengane. Ji bo avakirina pergaleke nû ya bi hebûneke nû û derfeta bidestxistina exlaqên nû Şoreşeke civakî ya girîng e; rêbazeke exlaqî û nû ya fikirandinê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li ser paşxaneya helwestên dawî yên dewleta Tirk ku bi nêrîna Rûsyayê nêzî helwestên rojava yên li dijî Rûsyayê re nîşaneyên nakokiyên xurt di navbera Moskov û Enqereyê de hene. Wê jî hişt berpirsekî payebilind ê Meclisa Duma dewleta Tirk wesif bike ku ew vedigere dewleteke ne dostê Rûsyayê. Gelo dê rewşên li Sûriyeyê bi van nakokiyan bandor bibe? (BI WÊNE)

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê bi boneya salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê li yarîgeha li naverasta bajêr şahiyekê li dar dixe. Saet 17.00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Qamişloyê bi boneya salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê 3 şahî lidardikevin (Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê), şêniyên Amûdê, Tirbespiyê, Til Hemîsê û Qamişloyê beşdarî şahiyan dibin. Şahî li Yarîgeha Heysem Kico ya li Qamişloyê li dar dikeve, her wiha şêniyên Til Koçer, Çilaxa beşdarî şahiya li Girkê Legê dibin. Saet di 19.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê bi boneya salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê şahiyekê li hola Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê saet 19.00′an li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dirbêsiyê, Şedadê û Hesekê bi boneya salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê li Hesekê şahiyekê li dar dixin. Saet 19.00′an (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA