​​​​​​​MSD: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hember hewldanên dijberî serdestiya axa Sûriyeyê sekinî

MSD`ê salvegera 11`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û diyar kir ku şoreşê rê li hewldanên hedefgirtina serdestiya axa Sûriyeyê û yekitiya gel û xaka wê girt.

​​​​​​​MSD: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hember hewldanên dijberî serdestiya axa Sûriyeyê sekinî
18 tîrmeh, 2023   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi minasebeta 11`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ruh û reseniya şoreşa gelê Sûriyeyê temsîl dike, yê ku ji bo azadî, rûmetê û avakirina Sûriyeya nû ya dûrî zordestî, navendîbûn û tundrawiyê serî hilda.

Hat destnîşankirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji cîhanê re îsbat kir ku hêza gelê Sûriyeyê ya guhertin û avakirinê heye û tu hêzên din nikarin îradeya vî gelî bişikînin.

Lehengiyên ku di Şoreşê de hatine raberkirin, hatin pîrozkirin û wiha hat gotin: “Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kobanê heta Minbic, Reqa, Dêrazor û bajar û gundên din ên herêmê li dijî terorê destanên lehengiyê nivîsandin û bi ser ketin.Di rêveberiyê û pêşengiyê de jî xwe îsabat kirin û Rêveberiya Xweser damezrandin. Rêveberiya Xweser hêviya sûriyeyiyên li seranserê welat e.”

MSD'ê Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Em vê serketina nîştimanî li tevahî sûriyayan pîroz dikin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê tevahî pêkhate hembêz kir, rihê welatparêziyê û girêdana bi nasnameya nîştimanî ya sûriyayî ve çand. Her wiha li hemberî hemû hewldanên destdirêjiya li silametî û serdestiya xaka Sûriyeyê û yekitiya xak û gelê wê bû bendeke asê. Şoreşa 19'ê Tîrmehê derfet da jinan da ku rola xwe di jiyanê de bilîze û karê xwe yê rêvebirinê di hemû qadan de bilîze. Di heman demê de ciwan teşwîq kir ku cihê xwe di avakirin û pêşxistina vê ezmûnên de bigirin."

MSD'ê diyar kir Şoreşa 19'ê Tîrhemê gelek destkeftî bi xwe re anîn, ji bo siberoja welat modelek pêşkêş kir, her wiha însiyatîfên çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêş kir û got: "Hêjeye em balê bikişînin ser van însiyatafan, lêkolîn bikin û wekî modela çareseriyê ava bikin û pêş bixin da ku hêviyên gelên me di guhertin, demokrasî û pirrengiyê de pêk bîne.''

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî ew qas fedakariyên ku hatine dayîn, bêyî projeya demokratîk a ku tevahî sûriyayan bêyî cûdabûn hembêz dike, em nikarin edaletê ji bo gelê Sûriyeyê pêk bînin. Bi vê projeyê, di serî de pirsgirêka gelê Kurd û ya pêkhateyên din, dê tevahî pirsgirêk werin çareserkirin, Her wiha bi vê projeya demokratîk  dê rewşeke nîştimanî ya bêyî dûrxistin û înkarkirinê wê were avakirin  ku dê rê li ber avakirina sûriyeke nû were vekirin da ku rola xwe ya şaristanî vegerîne."

(bb)