Belavkarekî hişbirê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn belavkarekî madeyên hişbir li Hesekê girt.

 Belavkarekî hişbirê hat girtin
18 tîrmeh, 2023   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nûçeya malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin hêzên wan li Hesekê belavkarekî madeyên hişbirê girtiye.

Hate diyarkirin ku li gel belavkar hezar û 500 hebên hişbir hatine dîtin û hatine desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got dê têkoşîna li dijî hişbirê dewam bike û bang li şêniyan kir ku eger kesên gumanbar dîtin, hêzên wan agahdar bikin.

(bb)