​​​​​​​Gerîlayan li dagirkerên li Girê FM xist

HPG`ê ragihand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM xistiye.

​​​​​​​Gerîlayan li dagirkerên li Girê FM xist
18 tîrmeh, 2023   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin;

“Derb li dagirkeran hate xistin

Li herêma Rojava Zapê ya Şehîd Delîl;

16’ê Tîrmeha di navbera saet 12.00 û 16.00’an de 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin.

17’ê Tîrmehê di navbera saet 07.00 û 08.00’an de 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hatin xistin.

17’ê Tîrmehê di saet 13.00’an de carekê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hatin xistin.

Erişên dagirkeriyê dewam dikin

Li herêma Avaşînê;

Roja 12’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li qadên Gundê Mehmud, Şehîd Agir û Astengê operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. Ev operasyon hîna dewam dike.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Artêşa Tirk a dagirker 15 û 16’ê Tîrmehê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê û yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl kirine û hewl daye tunelên me kun bike û bi kepçeyan hilweşîne.

15 û 16’ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 8 caran, qada Gundê Karawa ya Garê 1 car, qadên Girê Rosto ya Xakurkê, Girê Berbizina, Girê Kolîtû Ava Lolanê 5 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojava Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

16’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, qadên Gundê Şêlazê û Golka yên Metînayê û qada Girê Şehîd Kamuran a Xakurkê 326 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”