`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`

Komeke partî û welatparêzên Kurd, rewşenbîr û lêkolînerên kar û barên kurdî gelek pêşniyar pêşkêş kirin. Jê ya herî girîng, pêwîstiya lidarxistina kongreya neteweyî, parastina destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
`Doza kurd bi înkarkirin, paşguhkirin û qirkirina gelê Kurd çareser nabe`
15 tîrmeh, 2023   17:15
 ŞEHBA

Koordînasyona Partiyan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi rasthatina sedsala Lozanê bi dirûşma “Peymana Lozanê û encamên wê yên li ser Kurd û gelên herêmên, sererastkirina rêya wê bi projeya neteweya demokratîk” komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de ku li hola Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar ketiye, bi dehan nûnerên partiyan, endamên deste, meclisên sivîl û yekitiyan, rewşenbîr û lêkolînerên kar û barên kurdî hazir bûn.

Di destpêka komxebatê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Efrîn û Şehbayê Mihemed Hesen axivî û behsa peymana Lozanê û bandorên wê li ser gelê Kurd kir.

Di komxebatê de, 3 mijarên bi navnîşan; pênaskirina peymana Lozanê, bandora wê li ser kurdan û gelên herêmê û vîna şikandina peymana Lozanê ya gelan bûn.

Hevseroka Nivîsgeha MSD`ê şaxê kantona Efrîn û Şehbayê Bêrîvan Elî, mijara yekemîn a komxebatê bi rêve bir û balkişand ser înkarkirina mafên gelan di peymanê de û got: “Di encama vê peymanê de Kurdistanê bû çar parçe. Gelê Kurd ji mafên xwe hat bêparhiştin. Nasnameyên wan dewletan li kurdan hatin ferzkirin. Ji ber wê parçebûnê, gelek êş û zehmetî kişandin. Bi siyasetên kuştinê, koçberkirinê û çewisandinê re rû bi rû man.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Kantona Efrîn û Şehbayê Esad Menan mijara duyemîn a komxebatê bi rêve bir û behsa bandor û encamên peymanê û berdewamiya wê zihniyeta heta roja îro kir.  

Menan diyar kir ku tevî 100 sal di ser peymanê re derbas bûye, lê dewletên ku dijminatiya gelê Kurd û gelên herêmê kirin, piştî peymanê serhildanên Kurdan têk birin û siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd domand. Her wiha destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker herêmên rojavayê Kurdistanê ji Efrînê bigire heta Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û gelê Kurd ji wan bajaran koçber kirin, li şûna wan niştecihên din ji herêmên din ên Sûriyeyê anîn û bi cih kirin ji bo ku demografiya wan herêmên kurdî biguhere.

Her wiha serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn û Şehbayê Ehmed Selame mijara sêyemîn a komxebatê bi rêve bir û îşaret bi şoreşên gelê Kurd û gelên herêmê kir. Selame îşaret bi şoreşên ku li dijî van peymanan hatine lidarxistin kir ji şoreşa Şêx Seîd bigire heta şoreşa Qadî Mihemed û şoreşa Rojava ku îro li hember wan siyasetan bû bendeke asê.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû ku hevseroka PYD`yê şaxê kantona Efrîn û Şehbayê Îlham Ehmed û endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya kantona Şehba û Efrînê Mihemed Fewazî xwend.

Di encamnameyê de ev xal hatin parvekirin:

Bang li gelên herêmê hat kirin ku li hember dagirkirinên derve bibin yek û xwedî vîn bin, xwe birêve bibin, ji bo ku ji siyasetên kapîtalîst û dewleta faşîst xilas bibin. Her wiha xwedî li projeya neteweya demokratîk derkevin.

Ji bo rêgirtina li pêşiya mîna van peymanên li ser hesabê gelên herêmê, nakokiyên hudirîn bi dawî bibin, diyalogeke cidî bi giyanê berpirsyariyê dest pê bike. Kongreyeke nîştimanî li dar keve ku tevahî nûnertiya tevahî hêzên siyasî û gelê Kurd li qadên navneteweyî bike.

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Dawî li lihevkirina Edeneyê û tevahî peymanên li dijî gelên herêmê bê.

Xurtkirina kar û xebatên dîplomatîk û pêşxistina însiyatîfên siyasî.

Avakirina platformeke kurdî bi pêkhateyên din re xwedî roleke çalak di çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê de be.

Parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi taybet ên şoreşa 19`ê Tîrmehê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Bang li hêzên ku Lozan çêkirine, lêborînê ji gelê Kurd bixwazin û li xwe mikur werin ku ew sedema karesatên bi serê gelê Kurd hatine. Divê hêzên biyanî di serî de Brîtanya, dev ji zihniyeta xwe ya mêtinger berde û danûstandina xwe bi doza Kurd re sererast bike.

Divê hêzên cîhanî yên çalak, fêm bikin ku doza kurd bi qirkirina kurdan an jî înkarkirina hebûna wan an jî paşguhkirina wan çareser nabe. Lê belê çareseriya herî guncew, dîtina çareseriyên demokratîk ji bo doza kurd e.

(şx)

ANHA