Dewleta Tirk 160 penaberên din dersînor kirin

Dewleta Tirk a dagirker 160 penaberên din ên Sûriyeyê di deriyê sînor ê Girê Spî yê dagirkirî re dersînor kirin.

Dewleta Tirk 160 penaberên din dersînor kirin
15 tîrmeh, 2023   14:45
EYN ÎSA

Çavkaniyekî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker duh, 160 penaberên sûriyeyî di deriyê sînor re  dersînorî Girê Spî kirin.

Li gorî heman çavkanî, penaberên hatine dersînorkirin ji Hema, Heleb, Idlib, Rîf Şam û bajarên din ên Sûriyeyê ne.

Di demên dawî de dersînorkirina penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ber bi herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ve zêde bûye.

Li gorî daneyên ajansa me, ji destpêka projeya bicihkirina penaberên Sûriyeyê li herêmên dagirkirî ve ku rayedarên dewleta Tirk di destpêka Nîsana 2022'yan de ragihandibûn zêdetirî 22 hezar penaber hatin dersînorkirin.

Di dawiya Hezîrana borî de 40 penaber di heman derî re hatine dersînorkirin û di 9'ê Tîrmehê de zarokekî 13 salî bi navê Ehmed Telal Mewas El Îsa yê ji gundê Dibsî Efnan ê Helebê ber bi Girê Spî ve hat desînorkirin.

Di 23'yê Hezîrana borî de ciwanê bi navê Ela Asim Şehaze (20) ê ji bajarê Yebrûdê yê Şamê ku bi darê zorê hatibû dersînorkirin li Girê Spî dawî li jiyana xwe anî.

(fr)

ANHA