JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA - 3

JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA - 3
16 tîrmeh, 2023   03:27
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Warê xwedawend Savûşkayê Serêkaniyê îro bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatiye dagirkirin û li bendê ye peyrewên Savûşkayê wê rizgar bikin.

Navendeke Şoreşa Yekemîn (Şoreşa Neolîtîkê) Til Xelef e ku li Serêkaniyê ye û paytexta kevnar a şaristaniya Mîtaniyan e. Mîtanî di navbera salên 1500-1300 berî zayinê de ava bûn. Pergala baweriyê ya Mîtaniyan jî ji Hûriyan dihat û tê de gelek xwedawend û şahbanû hene. Lê çavkaniya wan hemûyan ji aliyê çandî ve xwedawend Savûşka ye.

Li wê herêmê ku çanda neolîtîk lê hebû, xwedawend Savûşka sîstemeke baweriyê ya girîng temsîl dike. Her wiha hin çavkanî hene ku îdia dikin prototîpa orjînal a Îştar, Înanna û Îsîsê xwedawend Savûşka ye ku navên wan li Mezopotamya û Misirê baş tên zanîn.

XWEDAWENDA KU JIN Û MÊRAN TEMSÎL DIKE

Li vê xakê şopên serxwedawend Şavûska hene ku ji berê heta niha temsîla şer, hezkirin û bereketê dike. Taybetmendiya herî girîng a Savûşkayê ew e ku hem bi kincên jinan, hem jî bi kincên mêran di rolyefan de hatiye nimandin. Yanî ev çanda xwedawendiyê ku hem jin û hem jî mêran temsîl dike, dikare wek wekheviya zayendan bê şîrovekirin. Savûşka bi eslê xwe xwedawenda Hûriyan e û tê gotin ku xwişka xwedayê hewa Teşûp e.

Savûşka ku di sedsala 15'an a beriya zayînê de çalak bû û li kêleka bereketê bi çekan jî tê nimandin û di şer de hêzê temsîl dike. Li gorî tehmînan dema ku baweriya Savûşkayê xurt bû, dema geşepêdana Mîtaniyan bû û wê şaristaniyê Savûşka wek serxwedawend ji xwe re hilbijartiye.

ŞOPÊN WÊ

Li gorî kevalên ji wê  serdemê mane, beriya ku Mîtanî biçin şer, tevahiya artêşê li perestgeha Savûşkayê ji bo hêz û xurtiyê dua kiriye. Savûşka di îkonên wê serdemê de, dema temsîla şer dike di nava di kincên mêran de û dema bereketê temsîl dike jî di nava kincên jinan de tê nimandin. Peykerên Savûşkayê di destpêka sedsala 20'an de li bajarê Sîkan ê antîk ê li nêzî Hesekê hatin dîtin. Lê ew revandin Amerîkayê.

Li Perestgeha Hîtîtiyan a Yazilikayayê, Savûşka bi du baskan, dêreyeke ku lingê wê derdixe holê, kumeke xwedayan û guhareke girover tê nimandin. Porê wê wek keziyeke dirêj hatiye hûnandin û sere wê girover e. Ev cure por tenê tene ji bo xwedawendan e. Xaka Rojava ku xwedawend lê bûn, di sedsala 21’an de rastî êrişên dewleta Tirk û çeteyan tê. Bajarê warê xwedawend Savûşka, rastî gelek êrişan hat û hate dagirkirin.

Serêkaniyê piştî îlankirina şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmeha 2012'yan ji yekemîn bajarên Rojava bû ku tevî Efrînê rastî êrişên komên çete yên dewleta Tirk hat. Bajar rastî êrişên dagirkeriyê yên Cebhet El Nusra, Koma El Şam, tabûrên ENKS, DAIŞ û di dawiyê de dewleta Tirk hat. Dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de di salvegera 20'emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de bi bermahiyên çete û leşkerên ku berhev kiribûn, êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Piştî berxwedana 14 rojan a hêzên QSD/YPJ'ê, çeteyên dewleta Tirk bi bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

LI SER ŞOPA WÊ

Fedaiyên ku ji bo parastina axê canê xwe feda kirin, yên ku mîna xwedawendan di siberojê de çîroka wan bê gotin, di berxwedanê de bûn efsane. Yek ji van jî şervana YPJ'ê Savûşka Cûdî (Esme Faysal) e ku navê xwedawend Savûşka li xwe kiribû. Savûşka Cûdi li eniya berxwedanê ya Serêkaniyê ku navê wê lê hatiye nivîsandin, gihaşt şehadetê. Xwîna Nûhal Cûdi (Fatma Dalman), Dilvîn Qamişlo (Sîma Sîda), Hêvî Amed (Songun Emîn) û bi dehan şervanên jin ket ser vê axa pîroz.

LI BENDA AZADKIRINÊ YE

Di sala 2012'an de çeteyan ewilî Til Xelef wêran kir û dewleta Tirk jî gelek zirar dayê. Li Til Xelefê gelek cih kolan, ger lê hatin kirin û bi dehan berhemên dîrokî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dizîn. Li Serêkaniyê ku dagirkeriyê lê dewam dike, hemû tiştên têkildarî çanda xwedawendiyê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatin qedexekirin. Li bajar qanûnûn DAIŞ'ê tên ferzkirin û serdema herî tarî lê serwer e. Şêniyên bajêr li benda Savûşka û peyrewên wê ne da ku bajêr rizgar bikin.