Bloomberg: Tirkiye ji bo endamtiya Swêdê ya NATO'yê gavên lezgîn diavêje

Ajansa Bloomberg ragihand ku parlamentoya Tirkiyeyê di betlaneya havînê de hewl dide lezê bide tedbîrên tevlêkirina Swêdê ya li NATO'yê.

Bloomberg: Tirkiye ji bo endamtiya Swêdê ya NATO'yê gavên lezgîn diavêje
15 tîrmeh, 2023   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Bloombergê, parlamentoya Tirkiyeyê destûr da Wezareta Karên Derve da ku di betlanaya havînê ya parlametoyê de ku dê zêdetirî 2 mehan dewam dike, lezê bide tedbîrên tevlêkirina Swêdê ya li nava NATO'yê.

Heman ajansê destnîşan kir ku biryar îro di rojnameya fermî ya Tirkiyeyê de hatiye belavkirin, rê li ber parlamentoyê vedike da ku dest bi nîqaşên li ser endambûna Swêdê ya ji bo NATO'yê bike.

Her wiha ragihand ku biryar piştî dengdana endamên parlamentoyê hat dayîn, berî ku ew ji Şemiyê heta 1'ê Cotmehê bikevin betlaneyê.

Enqereyê endambûna welatê Îskandînavyayê Swêdê bo NATO'yê erê kiribû.

Fînlandiya û Swêdê di Gulana 2022'yan de anku 3 meh piştî tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê, daxwaza tevlêbûna nava NATO'yê kiribû.

(bb)