Ji bo zarokên şehîdan perwerdeya zimanan hat vekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa derweya fêrkirina zimanan ji zarokên şehîdan re vekir.

Ji bo zarokên şehîdan perwerdeya zimanan hat vekirin
Ji bo zarokên şehîdan perwerdeya zimanan hat vekirin
Ji bo zarokên şehîdan perwerdeya zimanan hat vekirin
Ji bo zarokên şehîdan perwerdeya zimanan hat vekirin
Ji bo zarokên şehîdan perwerdeya zimanan hat vekirin
15 tîrmeh, 2023   10:44
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirina zimanên kurdî, erebî û îngilîzî ji zarokên şehîda re vekir. Ji 3 heta 13 salî derdora 45 zarokan tev li dewreyê bûne.

Dewreya perwerdeyê li dibistana Resafa ya navçeyê hatiye vekirin û dê mehekê dewam bike.

Malbatên zarokan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên saziyan û meclisên sivîl di merasîma vekirina dewreya perwerdeyê de amade bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Lîna Yûsif bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku aramnca vê dewreyê ew ku zarok fêrî zimanan bibin.

Li gorî rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Fayîz Îbrahîm, zarok wê li gorî temenên wan li 5 refan werin belavkirin û mamoste dê li ser pêşxistina şarezayên wan ên fêrbûna zimanan bixebitin.

(bb)

ANHA