Rewşa jiyanî li Sûriyeyê û germahiya li cîhanê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa rewşa jiyanî ya xirab li herêmên Sûriyeyê û pêla germahiyê ya li cîhanê kir.

Rewşa jiyanî li Sûriyeyê û germahiya li cîhanê rojevên rojnameyên erebî ne
15 tîrmeh, 2023   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa jiyanî li Sûriyeyê nivîsand: "Rumxî aramiyek li qadên şer heye û Şamê têkiliyên xwe bi dewletên Ereban re vegerandine, rewşa jiyanî ya zehmet zextekê li sûriyeyiyan dike û dihêle ku rêjeya xizaniyê zêdetir bibe. Li gorî daneyên rêxistin û saziyên darayî yên navneteweyî yên 2021`yan, ji sedî 87`ê sûriyeyiyan xizan in, rêjeya bêkariyê jî ji sedî 50 ye anku ji sedî 15 ji sala 2010′an ve zêde bûye.

Li eniyên şer aramî heye û piraniya cografiya welat di bin kontrola Esed de ye, lê ruxmî wê jî pêdiviyên bingehîn ên jiyanê nayên peydakirin."

′PÊLA GERMAHIYÊ JI EWROPAYÊ BER BI AMERÎKA Û ÇÎNÊ VE DIÇE′

Rojnameya Şerq El Ewset jî der barê pêla germahiyê ya li cîhanê de wiha nivîsand: "Deverên mezin ên Ewropa û Amerîkayê bûn herêmên germahiya zêde. Bi kûrbûna krîza guhartina avhewayê re û hişyarên pisporan ku dê pêla germahiyê li Ewropa û Amerîkayê bibe mijareke normal û dê zêdetir bibe, gelek dewletên ewropayî û wîlayetên Amerîkayê hişyarî da şêniyan ku dê di çend rojên bê de germahî zêdetir bibe. Li gorî lêkolîneke nû jî dê li Brîtanya û Swîsreyê germahî zêde bibe.

Pisporan diyar kir ku dê bandorên bilindbûna pilên germahiyê li ser mirov û ajalan jî diyar bibin. Her wiha li gorî lêkolîna enstîtuyeke Almanyayê, dê hejmara mirinên ji ber pileyên germahiyê di salên pêş de zêde bibin. Lêkolînera enstîtuyê Erica von Schneidemiser got dê bilindbûna pileyên germahiyê û qirêjiya hewa, bibe sedema mirinên zû û dê nexweşî zêde bibin."

(fr)