Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Em ê xebatên ji bo ximzetkirina doza xwe bidomînin

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di salvegera duyemîn a damezrandina xwe de diyar kir ku ew ê xebatên ji bo xizmetkirina doza gelê xwe û vegera wan a ewle bidomînin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Em ê xebatên ji bo ximzetkirina doza xwe bidomînin
11 tîrmeh 2023   06:45
HESEKÊ

Di 9`ê Tîrmeha 2021`an de Komxebata Koçberên Serêkaniyê li bajarê Hesekê hatibû lidarxistin, di encama komxebatê de “Komîteya Koçberên Serêkaniyê” hatibû avakirin.

Di salvegera duyemîn a damezrandina komîteyê de, li Kampa Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevseokê komîteyê Mehmûd Cemîl û endama komîteyê Ûla Himêdî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komîteyê ji bo ragihandina rewşa bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî xebat daye meşandin, her wiha sûc û binpêkirinên rojane yên ji aliyê dagirkeran ve li herêmê tên kirin belge kirine.

Her wiha hat destnîşankirin ku komîte hewl dide der barê rewşa li Serêkaniyê de raporan amade bike û civaka navneteweyî û li ser amadekirina belgeyên ku bikarin pêşkêşî dadgehên herêmî û navneteweyî bikin, dixebite.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku komîte hewl dide pêdivî û daxwazên koçberên Serêkaniyê yên li kmapan jî pêşwazî bike û daxwazên wan bigihîne rêveberiya herêmê û rêxistinên navneteweyî da ku piştgiriya wan bê kirin û wiha dom kir: “Komîte her wiha hewl dide derfetên kar ji koçberan re peyda bike û girîngiyê dide rewşa perwerdeyê li kampan, dosyayên windayî û dîlgirtiyên şer dişopîne û ji bo berdana wan hewl dide.

Komîteyê tevî alî û saziyên navneteweyî li ser dozên hesas ên girêdayî Serêkaniyê û gundewarê wê kar kir, mîna dosyaya stasyona Elok.

Komîteyê hejmarek nivîsgeh ava kirin, rola van komîteya gihandina êş û azarên koçberan, danîna peywendiyan bi aliyên heêrmî û navneeweyî re û belgekirina bingpêkirinan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku dê komîte heta vegera ewle ya şêniyên Serêkaniyê, xebatên xwe yên ji bo piştevaniya doza xelkê bajarê Serêkaniyê bidomîne.

(c)

ANHA