​​​​​​​Lêkolînereke şoreşên jinan: Heke doza kurd çareser nebe doza jinan jî çareser nabe

Gerînendeya Navenda Lêkolînên Zayend û lêkolînera ji Sûdanê Nemat Koko got bingeha şoreş û tevgerên jinan ên cîhanê, ew e ku doza jinan bibe doza civakê. Her wiha destnîşan kir ku divê xebatên jinan li ser tevahî astan werin pêşxistin û got: "Heke doza kurd çareser nebe doza jinan çareser nabe."

​​​​​​​Lêkolînereke şoreşên jinan: Heke doza kurd çareser nebe doza jinan jî çareser nabe
11 tîrmeh 2023   03:20
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kiriye, piştî kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî di navîna Îlona borî de bi destê polîsa exlaqê ya dewleta Îranê, bû xaleke girîng di dîroka welatekî de ku di bin destê pergaleke zordest de ye.

Jinan bi girseyî tev li serhildanê bû ku bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" destpê kir û banga bidawîkirina sûcên li dijî jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin. Li gorî rêxistina Efûyê di wan serhildanan de zêdetirî 300 kes bi destê desthilata Îranê ve hatine kuştin. Di nav wan de ne kêmtirî 41 zarok hene.

DOZA JINAN DOZA CIVAKÊ YE""

Gerînendeya Navenda Lêkolînên Zayend û lêkolînera ji Sûdanê Nemat Koko got bingeha şoreş û tevgerên jinan ên cîhanê ew e ku doza jinan bibe doza civakê û wiha anî ziman: "Jin beyî ku têkoşîna xwe ya rojane bi têkoşîna gelan a ji bo azadiyê, aştiyê û edaletê ve girê bide, nikare hebûna xwe îsbat bike û rolek di guhertinê de bilîze."

Her wiha Nemat destnîşan kir ku bingeheke din a şoreşa jinan heye ku ev şoreş bi fikrê guhertina giştî ve girê bide û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber wê em bang li guhertinê û şoreşê dikin. Yanî beyî şoreş yan jî pêkanîna guhertineke giştî jin nikare pê bihese ku encameke wê şoreşê heye. Yanî tê xwestin ku em vê têkoşînê,  armancên şoreşê û dozên jinan bi dozên civakê ve girê bidin. Binesazî û sazûmaniya saziyên ku vê çewisandinê û cudabûnê bi cih tînin, biguherin."

ŞOREŞA JINAN A ÎRANÊ PÊWÎST BÛ""

Nemat diyar kir ku serhildana li Îranê, xwezayî ye û wiha domand: "Ji bilî komkirina hêza xwe û vegerandina rola xwe ya dîrokî di guhertina li Îranê de çêdibe, tu vebijarkên din nîn in."

Nemat nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Tişta li Îran bûye pêşbînkirî bû. Tevgera jinan li Îranê jî pêwîst bû biqewime. Bi nêrîna min, jinan li Îranê careke din cihê xwe vegerand. Rewş ne wisa ye ku jinan li Îranê li hember zulmê û tundiya dewletê serî hildaye lê belê cihê xwe yê şoreşgerî vegerand. Niha dê têkoşîna xwe berdewam bike, jin di asoya dewletê de tundiyê li tevahî astan dibîne, çi li ser asta qanûnan yan jî çandê yan jî siyasî yan jî li ser asta hegemoniya dewleta olî."

GUHERTINÊN HERÊMÎ

Nemat bal kişand ser têkiliya hevbeş di navbera rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îranê, Afrîka û herêmên din de û got: "Civakên herêmê ji guhertinên herêmî, navneteweyî yên girêdayî rewşa jinan re,  vekirî ne. Heke em nexşeya civakî ya şoreşê li herêma bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, Îran û Sûriyeyê xêz bikin em dê bibînin ku jin pêşenga şoreşê kir ji ber ku li dijî wê zulm û çewisandineke mezin hat kirin. Ji ber wê fikrek wisa diyar dibû ku bê guhertineke çandî û civakî ya giştî û beyî guhertina binesaziya siyasî, hêviyên jinan û mafên wan bi dest nakevin.”

Nemat destnîşan kir ku jin di tevahiya şoreşan de di refên pêşîn de bû mîna li Sûdan û Îranê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Wê parastina mafên xwe yên dîrok, hilda ser xwe. Di dîrokê de tevgerên jinan ên çîna pêşketî bûn. Lê şoreşên di nexşeya civakî ya herêma Rojhilata Navîn de, ev têgeh berovajî bû. Jin ji tevahiya çînên civakê, pêşengiya şoreşê kir. Ji ber ku ev şoreş, çarenûs, pêşeroj û mafên wê diyar dike. Ji bo wê, ev erk bi cih anî ji bo ku mafên xwe bi dest bixe.”

TECRUBEYA MODEL A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Nemat diyar kir ku niha ji jinan tê xwestin ku li ser tevahî asta xwe perwerde bike û birêxistin bike, her çiqas perwerdekirî be, rêxistin jî qewîm dibe û li gorî wê ev rêya herî hêsan a pêkanîna guhertinê ye.

Nemat balkişand ser tecrubeya jinan di Rêveberiya Xweser de û got: “Akademiyên pêşeng, rê li pêşiya hêza jinan û eleqedariya wê bi dozên xwe û bi doza gelê Kurd vekir. Heke doza kurd çareser nebe, doza jinan jî çareser nabe. Heke jin di civaka xwe de azad nebe, nikare behsa civakeke azad bibe. Yanî ev asteke perwerdeyê ye. Ez wê gelek pêşketî dibînim û modeleke ku çawa tevgerên jinan ên kurd, tevgereke jinan a xwedî daxwazên diyar û bi dozên şoreşa kurd û tevgerên wan ve girêdayî ye, ava kirin.”

(şx)