Li Bexdayê teqîn: 2 kesan jiyan xwe ji dest da

Fermandariya Operasyonên Bexdayê ragihand ku li Bexdayê teqînek çêbûye û di encamê de du kesan jiyana xwe dast da.

Li Bexdayê teqîn: 2 kesan jiyan xwe ji dest da
10 îlon 2024   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li herêma Selam ya li Bexdayê teqînek çêbû. Fermandarê Fermandariya Operasyonên Bexdayê Welîd Temîm derbarê bûyerê de ji medya Iraqêr e axivî.

Welîd got ku duh bişev bombeyek di qotiyek diyariyê de hatibû danîn û li herêma Selamî ya nêzî xalek leşkerî teqiyaye. Li gorî Welîd dibêje, welatiyek hatiye hedefgirtin û bûyer dijî wî bû.

Welîd da zanîn ku bi rêya motorsiklêtekê bombe li nêzî wê xala leşkerî hatiye teqandin û di encamê de şofêrê motorsiklêt û leşkerek jiyana xwe ji dest dane û welatiyê ku hatibû hedef girtin jî, birîndar bûye.

Li gorî Welîd ev ne bûyereke terorê ye û li ser pirsgirêkek taybet pêkhatiye. Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.