‘Li hember êrişên dagirkeriyê berxwedana me xurttir dibe’

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrîn û Şehbayê şermezar kirin.

‘Li hember êrişên dagirkeriyê berxwedana me xurttir dibe’
10 îlon, 2024   13:08
ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi beşdariya koçberên Efrînê, têkildarî êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek li Kampa Serdem da. Daxuyanî ji hêla endamên Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Necî Selemê û Şîlan Şêxo ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk nikare bi van êrişan berxwedana gel têk bibin û wiha hate got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo veşartina têkçûnên xwe yên li eniyên şer ên li hemberî Hêzên Rizgariya Efrînê, tevî hewldana têkbirina têkoşîn û berxwedana gelê me ya li Efrîn û Şehbayê bi rêya berdewama siyaseta xwe ya xwînmij, komkujiya li dijî sivîlan pêk tînin. Hemû sûcên dewleta Tirk belgekirî ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk siyaseta hovane li dijî sivîlan pêk tîne û divê gel li hemberî van sûcan û hovîtiya dewleta Tirk bên parastin. Armanca wan têkbirina berxwedana gel û koçberkirina wan û valakirina herêmê ye. Her wiha soza bilindkirina têkoşîne hate dayîn ku wê xeta xwe ya berxwedanê her tim bişopînin.

(zş)

ANHA