Kongra Star: Wehşeta li ser bedena Narînê êrişeke li dijî nirx û rûmeta mirovahiyê ye

Kongra Star têkildarî qetilkirina zaroka 8 salî Narîn Guranê daxuyaniyek da û diyar kir “Wehşeta li ser bedena Narîna 8 salî hatiye kirin, derbe û êrişeke li dijî nirx û rûmeta mirovahiyê ye; li ser bedena jin û civakê ye.”

Kongra Star: Wehşeta li ser bedena Narînê êrişeke li dijî nirx û rûmeta mirovahiyê ye
10 îlon 2024   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star têkildarî qetilkirina Narîn Guranê ya 8 salî li gundekî Amedê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Tevî ku 20 roj di ser bûyerê re derbas bûn, dewlet der heqê kujeran de tu agahiyan nade û dixwaze li ser bûyerê bigire. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze bûyerê belavî demê bike û kujeran veşêre. Çawa ku bûyer hat bihîstin, deqexeya weşanê danîn. Dewlet bi biryara qedexeya li ser dosyayan û derengkirina xebatan, dixwaze delîlên heyî veşêre. Rewşa bûyerê nîşan dide ku bûyer bi awayekî pir bi profesyonel hatiye kirin.  Bi reşkirina delîlan jî kujerên esasî tên veşartin.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi hewldanên rayedarên dewleta Tirk ên zelalnekirina bûyerê hate kirin û wiha hate gotin: “Di roja dehan de berpirsê cendirmeyan got “Di destê me de delîlên zelal hene, di demeke herî nêz de em ê encamê bigrin.” Lê tevî ku 20 roj di ser bûyerê re derbas bûne, hîn tu daxuyaniyên zelal nîn in. Fermandarê cendirmeyan jî hat bêdengkirin û bûyer di bin navê şahidê nepen de ji demê re hiştin. Bi destê dewletê malbat hemû hat binçavkirin û bêdengkirin. Wekîlê AKP’ê Galîp Ensarîoglu got “Dostên me yên çil salan in, tiştên ku em dizanin hene.” Ev jî diyar dike ku wan mudaxeleyî bûyerê kiriye. Gelê kurd pir baş dizane ku Galîp Ensarîoglu û malbata wî li heremê çi qas karê qirêjî kirine. Vê malbatê û yên wekî wan cemaet, terîkat û Hizbullahê li Kurdistanê bi cih kirin. Ji salên 1990ʼî ve tiliya van di xwîna bi sedan ciwanan de heye.”

Di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star ev bang kir: “Em wek Kongra Star bang li gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê yê biwijdan dikin ku li dijî vê şerm û êrişa li ser nirxê mirovahiyê derkevin û dakevin kolalanan, her wiha li dijî vê siyaseta qirêjî rawestin.  Divê wek bûyerên din tenê bi şermezarkirinê ve nemîne. Lazim e civak li dijî vê bûyerê helweseteke giştî deyne. Wehşeta li ser bedena Narîna 8 salî hatiye kirin, derbe û êrişeke li dijî nirx û rûmeta mirovahiyê ye; li ser bedena jin û civakê ye. Ev ji bo civak û mirovahiyê şermeke mezin e. Xwedîderketina li van zarokan û aşkerakirina van kiryarên kirêt, xwedîderketina li nirxê civak û mirovahiyê ye.

Em helwesta gelê xwe yê Amedê pîroz dikin. Ev helwesta gelê Amedê ya li dijî van kiryarên qirêjî yên dewleta Tirkiyeyê yên li Kurdistanê divê bibe helwesteke civakî ya giştî. Bajarekî wekî Amedê yê xwedî rûmet, pêwîst e li dijî tecawizkar û qatilan rabe. Divê piştî vê bûyerê cihê çeteyên Erdogan di Kurdistanê de nemîne. Ev bûyer êrişeke li ser rûmeta gelê Kurd e; êrişekr li ser nirxên me yên civakî ye. Divê gelê Amedê heta dawiyê li dijî vê şerma ku bi aqilê dewletê hatiye kirin, derkeve. Da ku careke din li van axên pîroz, axên xweda û xwedewandan ku textên xwe lê danî, qirêjî çênebe, her wiha jin û zarokên me azad bijîn. Em wek gelê Kurdistanê û bi taybet jî gelê Amedê bibin xwedî helwest. Em nehêlin careke din jî dewlet kujerên zarokên me biparêze.”