`Serok bi planên dijmin dizane, baweriya me heye ew ê tecrîdê têk bibe`

Di civîna ji bo tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, welatparêzekî got “Fikrê Rêber Apo zanistî ye û kes pê nikare. Serok bi planên dijmin dizane, baweriya me heye ew ê tecîrdê têk bibe”

`Serok bi planên dijmin dizane, baweriya me heye ew ê tecrîdê têk bibe`
`Serok bi planên dijmin dizane, baweriya me heye ew ê tecrîdê têk bibe`
`Serok bi planên dijmin dizane, baweriya me heye ew ê tecrîdê têk bibe`
`Serok bi planên dijmin dizane, baweriya me heye ew ê tecrîdê têk bibe`
`Serok bi planên dijmin dizane, baweriya me heye ew ê tecrîdê têk bibe`
10 tîrmeh 2023   17:40
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, herî dawî jî şandina nameyên gefxwarinê jê re, civînek li navenda Partiya Yekitiya Demokatîk (PYD) ya bajarê Qamişlo orgenîze kir.

Bi dehan şêniyên Qamişloyê, dayik û bavên şehîdan û welatparêzên li herêmê tev li civînê bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Berdevkê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzir axivî û bal kişand ser girankirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku Rêber Ocalan xeta sor e, ew ê ji bo tecrîda heyî bertekeke giran ji aliyê gelan ve bê dîtin. Sîstema cîhanê di nava xitimandinekê de maye, asta fikrê Rêber Ocalan digihêje çareseriya pirsgirêkên ku gel jiyan dike.

Ferzende Munzir diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje sedema pirsgirêkên li cîhanê sîstema kapîtalîzmê ye û wiha pê de çû: “Ev sîstem hiştiye çînetî di civakê de bê ava kirin, xizan û ciwan tên paşguhkirin. Armanca vê sîstemê tenê pere komkirin e, dibe sedema jankêşiyê, gera li ser çopê û mirina bi koman a insanan. Ji bo insanan jîngeheke xerab daye avakirin.”

Munzir da zanîn ku sîstema heyî netewdewletê ji xwe re esas digire, netew û qewmên din paşguh dike. Di Rojhilata Navîn de Rûm, Kurd, Ermen û Suryan bi gelek qirkirinan re derbaskirin e û wiha got: “Rêbertî dibêje `ji mafê mirovahiyê ye bi sîstemeke adil de bijî`. Niha di nava zilm, nexweşî û bê edaletiyê de ye.”

Berdevka Kongreya Star Rîhan Loqo jî axivî û diyar kir ku bi derketina fikrê Rêber Abdullah Ocalan jinên ku xwe nas kirin rengeke nû li Kurdistanê belav bû, di heman demê de guhertineke stratêjîk da Rojhilata Navîn. Piştî mehrûmkirina jinan, jin tev li hemû qadên jiyanê bûn.

Rîhan Loqo destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe xwest jin pêşengtiyê bikin û wiha dom kir: “Ji ber bawer e ku bi jineke azad, wê civakeke azad bê avakirin. Soza me ya berdewamkirina xeta jina azad heye.”

Welatparêzê ji Efrînê Mistefa Silêman jî axivî û diyar kir ku ji salên 1980`î ve planên dewleta Tirk ji bo têkbirina fikrê tevgera azadiyê hebû, hemû planên wan têk diçûn û wiha got: “Fikrê Rêber Apo zanistî ye û kes pê nikare. Serok bi planên dijmin dizane, baweriya me heye ew ê tecîrdê têk bibe. Em ê jî heta dawiyê li pey fikrê serokatî bin.”

Însiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sîpan Xelef jî axivî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê yekem car got Kurdistan mêtinger e, ji wê demê ve êrişên li ser dest pê kirin, girtina Rêber Abdullah Ocalan jî yek ji planên hêzên komploger bû û got: “Pergala Îmraliyê ji 1999`an heta 2009`an de ji bo Rêber Ocalan bû, paşê kesên din lê zêde kirin. Îşkenceya ku lê tê kirin li cîhanê nehatiye dîtin, Îmralî ne hiqûqî ye, girtina serokatî jî siyasî ye biryara wê ji Enqerê tê girtin.”

Civîn bi pirs û bersivên haziran bi dawî bû.

(sb)

ANHA