Mijarên sereke yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî vê sibê cihê da tevlêbûna dewleta Tirk di civîna Komkara Erebî de, hilbijartinên Urdunê û dan û standinên agirbestê yên li Xezayê.

Mijarên sereke yên rojnameyên erebî
10 îlon, 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildar hilbijaritnên Urdunê nûçeyek bi sernavê "Hilbijartinên Urdunê statuya siyasî diyar dikin, îslamîst jî şerê li Xezayê bi kar tînin" weşand.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku urdunî îro li gorî qanûnên hilbijartinan û partiyan dengê xwe didin ji bo ku namzetên xwe yên parlamentoyê diyar bikin. Di heman demê de hate destnîşankirin ku tevgerên îslamîst ji bo ku statuya siyasî ya li welêt biguherînin, hêrsa gel a li hember şerê Xezayê bi kar tînin, ji bo ku dengên xwe zêde bikin.

Di rojnameyê de îşaret pê hatiye kirin ku Partiya Cebhet El Emel El Îslamî ya muxalif û baskê siyasî yê koma Îxwanan ê li Urdunê ye, ji bo ku dîsa cihê xwe di qada siyasî de vegerîne, piştî ku hinekî bi paş ket, hewl dide pêla hêrsa gel li hember şerê li Xezayê di hilbijartinan de bi kar bîne. Urdun jî hewl dide encamên şerê li Xezayê li ser welêt kêm bike.

Di rojnameyê de hate diyarkirin ku li Urdunê hestên dijminatiya Îsraîlê serwer in û çaverê ye ku şerê li Xezayê derfetên Cebhet El Emel El Îslamî di hilbijartinan de xurttir bike, nemaze ku partiyê gelek xwepêşandan ji bo piştgiriya Hemasê li herêmê li dar xistine.

‘JI 13 SALAN VE EV CARA YEKÊ YE TIRKIYE TEV LI CIVÎNA KOMKARA EREBÎ DIBE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê, îşaret bi beşdariya dewleta Tirk a di civînên Meclisa Komkara Erebî de kir û diyar kir ku ev cara yekê ye Tirkiye tev li civînên meclisê dibe.

Li gorî rojnameyê piştî serdana El Sîsî ji Enqereyê re ku hemwextî hewldanên Rûsya-Îranê ji bo normalîzekirina bi hikumeta Şamê re, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku wezîrê karên derve Hakan Fîdan dê tev li civînên Meclisa Komkara Dewletên Ereban bibe û wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad tev lê dibe. Fîdan dê li pêşiya meclisê biaxive û civînên dualî bi hempîşeyên xwe yên Ereb re li dar bixe.

Bi nêrîna rojnameyê, ev gav rola erebî di navbeynkariya Rûsya-Îranê de ji bo ku Enqere û Şam li hev werin, xurttir dike. Nemaze ku gelek xalên însiyatîfa erebî ya têkildarî Sûriyeyê û hewldanên Rûsyayê di vî warî de, heta radeyeke mezin wekî hev in.

Rojnameyê diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê, ev "peymaneke serkeftî" ye ku deriyên sûkên Kendavê bi rêya Sûriyeyê li pêşiya wê vedike û rola Tirkiyeyê vedigerîne ku sûkên Kendavê û yên Ewropayê digihînin hev.

‘AGIRBESTA LI XEZAYÊ: DERFETÊN LIHEVKIRINÊ KÊM DIBIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat bi bîr xist ku weşana çapemeniya Îsraîlê têkildarî "kêmbûna" şansên lihevkirina agirbestê li Xezayê bi gurbûna şer re, êrişên Îsraîlê yên li Xezayê û Dîfa Xerbiye û êrişa dawîn a li dijî Sûriyeyê û metirsiya şerê nêzîk ê li Lubnanê jî zêde bûn.

Rojnameyê cih da nêrînên pisporan ku şansên gihaştina lihevkirina agirbestê, ji ber serhişkiya serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û nebûna fişarên rastîn ên Amerîkayê ye.  Di heman demê de diyar kirin ku nîşaneyên têkçûna dan û standinan dest pê kirin ku Îsraîlê êrişên xwe li dijî Dîfa Xerbiye û Sûriyeyê zêde kirin, Îranê jî gefên xwe ji ber kuştina Heniye careke din xistin rojevê.

Rojnameyê cih da daxuyaniya Kanal 12 a Îsraîlê ya agahiyên xwe ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine ku şansên lihevkirinê gelekî kêm bûne û rayedarên li Koşka Spî jî ji malpera "Axios" re behsa wê kirine û gotiye Netanyahu bi israr e ku eniya Philadelphiyê kontrol bike û Hemas jî daxwaza berdana 100 filistiyan dike ku ji ber ku îsraîlî kuştine cezayê muebbetê li wan hatiye birîn û ev hejmar ji hejmara di lihevkirinê de hatiye gotin, pirtir e.

(şx)