Li Derayê 2 ciwan hatin kuştin

Tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de berdewam e. 2 ciwan li Derayê hatin kuştin û yek jî hate revandin.

Li Derayê 2 ciwan hatin kuştin
10 îlon 2024   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di girtîgehên hikumeta Şamê de di bin îşkenceyê de ciwanekî ji bajarokê Seyda yê rojhilatê Derayê hatiye kuştin. Li gorî SOHR`ê ciwanê hatiye kuştin beriya 6 mehan li nêzî benda El Batal a li ser rêya navneteweyî hatibû girtin.

SOHR`ê da zanîn ku komeke çekdaran ciwanek li nêzî xwaringehekê li bajarê Neway ê Derayê revandiye û biriye cihekî nediyar. Heta niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Her wiha şêniyên bajarokê Til Şihab ê li rojavayê Derayê cenazeyê ciwanekî di mala wî de dît. Li gorî SOHR`ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, ciwan xwe darve kiriye, beriya vê derbeyek li serê wî dabûn û di encamê de nexweş bûbû.

(şx)