`Vîn û fikrê me hêza me ye em dê li ser wê bingehê tê bikoşin`

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo bang li ciwanan kir ku li hember siyasetên li dijî Rêber Abdulah Ocalan tên kirin, serî hildin û gotin: “Em bang li tu dewletekê nakin, vîn û fikrê me hêza me ye. Em dê li ser wê bingehê tê bikoşin.”

`Vîn û fikrê me hêza me ye em dê li ser wê bingehê tê bikoşin`
10 tîrmeh 2023   19:38
 QAMIŞLO

Di çarçoveya sefreberiya giştî ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye de, bi dehan ciwan û jinên ciwan li Qamişlo meşeke bi meşalayan li dar xist.

Meş ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi dirûşma “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” dest pê kir.

Bi dehan endamên tevgerê, yekitiyê û xelkê bajêr tev li meşê bûn.

Meş li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a li Qamişloyê rawestiye.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/07/10/184958_shrfan-ahmd.jpg

Li wir endamê rêveberiya tevgerê, Şervan Ehmed axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew li dijî tevahî gelan û gelê Kurd e.

Şervan balkişand ser seferberiya giştî ya ku tevgerê ragihandiye û got: “Ji bo azadiya gelan û Rêbertî, me seferberî ragihand. jiyanek û giyaneke me heye û ew jî Rêber Apo ye ku ji bo azadiyê û demokratiyê tê koşiya.”

Şervan di dawiyê de wiha axivî: “Em bang li tu dewletekê nakin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk bîne. Fikr û vîna me hêza me ye. Em bang li cwanan dikin ku li hember sûcên li dijî Rêber Ocalan tên kirin, serî hildin.”

(şx)

ANHA