Şandeyeke fransî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke fransî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ew piştgiriya projeya demokratîk a rêveberiyê dike.

Şandeyeke fransî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser kir
10 tîrmeh 2023   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande li gorî ku nivîsgeha ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe parve kiriye ji nivîskarê fransî û pisporê kar û barên kurdî û navneteweyî Patrice Franceschi, nivîskarê fransî Françoi-Henri Deserable, nivîskar û çalakvana mafên mirovan Zeyneb El Xezwî pêk hat.

Şande ji aliyê Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat pêşwazîkirin.

Her du aliyan, astengiyên li pêşiya rêveberiyê derdikevin, beyannameya wê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û encamên erênî yên ku bi dest xistine, gotubêj kirin.

Di dawiya serdanê de, şandeyê piştgiriya xwe bi projeya demokratîk a rêveberiyê re rave kir ku armanc dike jiyaneke hevbeş di navbera pêkhateyan de pêk bîne. Her wiha şandeyê piştgiriya berdewamiya sekna li hember terorê destnîşan kir.

(şx)