Li Tebqayê navendeke tenduristiyê ya bê pere hate vekirin

Navendeke tenduristiyê ya bê pere li Tebqayê hat vekirin. Lê navendê kadroyeke tenduristiyê ya ku 24 saet amade ye û ambûlansek heye.

10 tîrmeh, 2023   14:08
TEBQA

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê îro navenda tenduristiyê ya Şehîd Xebat li taxa yekemîn a Tebqayê vekir. Berpirsên navendê armanc dikin ku barên welatiyan sivik bikin.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, jinan, nivîsgehên û komîteyên jinan tev li vekirina navendê bûn.

Di şahiyê de hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê Ubeyd Muslim axivî  û vekirina navendê li xelkê herêmê pîroz kir û diyar kir ku navend dê bê pere xebatên xwe pêşkêşî xelkê herêmê bike.

Muslim wiha domand: “Komîteya Tenduristiyê ya herêmê li ser gelek projeyan xebat dike. Di nav de ev navend heye.”

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Şêx got bi saya fedakariyên şehîdan herêm gihaştiye vê astê ya pêşketinê

Navend ji aliyê dayîka Xebat Sena El Misrî ve hat vekirin.

Li navendê kadroyeke tenduristiyê yak u 24 saet amade ye û ambûlansek heye. Her wiha tê de 3 beşên; nexweşiyên jin, zarok û pergala hundir, dayîna derziyên zarokan û laşmanyayê hene.

(şx)

ANHA