Xelkê Dêrazorê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kir

Xelkê Dêrazorê jî, nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga hesabpirsînê ji dagirkeriyê kir.

Xelkê Dêrazorê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kir
Xelkê Dêrazorê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kir
Xelkê Dêrazorê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kir
Xelkê Dêrazorê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kir
Xelkê Dêrazorê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kir
Xelkê Dêrazorê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kir
10 tîrmeh, 2023   13:42
DÊRAZOR

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi çalakiyekê nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Xelkê herêmê, endamên partiyan saziyên sivîl û leşkerî yên Dêrazorê tev li çalakiyê bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya avahiya meclisê ya li herêma 7 Kîlo dest pê kir û li çerxerêya Meamêl veguherî mitingê. Di mitingê de, cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Itêş axivî  û got: “Bi çalakiya xwe em piştgiriya berxwedana ronakbîr Abdullah Ocalan dikin û siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.”

El Itêş bang li dewletên cîhanê kir ku tecrîdê bi dawî bikin, cezayên herî giran li dewleta Tirk a faşîst bibirin.

Her wiha bang li hiqûqnas, pêkhateyan û Meclisa Ewlehiyê kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin, hesabê jê bipirsin ji ber sûcên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne.

(şx)

ANHA